Şehîd Nîzamedîn Silêman hate oxirkirin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Nîzamedîn Silêman li Pakrewangaha Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê hat oxirkirin.

Şehîd Nîzamedîn Silêman hate oxirkirin
Şehîd Nîzamedîn Silêman hate oxirkirin
Şehîd Nîzamedîn Silêman hate oxirkirin
Şehîd Nîzamedîn Silêman hate oxirkirin
Şehîd Nîzamedîn Silêman hate oxirkirin
Şehîd Nîzamedîn Silêman hate oxirkirin
Şehîd Nîzamedîn Silêman hate oxirkirin
Şehîd Nîzamedîn Silêman hate oxirkirin
Şehîd Nîzamedîn Silêman hate oxirkirin
4 adar, 2024   13:48
QAMIŞLO

Endamên sazî, meclis û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi sedan şêniyên Qamişlo û navçeyên wê tev li merasîma oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nîzamedîn Silêman bûn.

Girseyê şehîd Nîzamedîn ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriye wergirt û ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ve oxir kir.

Li pakrewangehê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan û bavê şehîd Hebûn Kêfo Osman axivî û sersaxî da malbata şehîd û tevahî şehîdan. Osman got: "Şehîd nirx û rêgezên civaka me ne. Em çi qas behsa wan bikin lê em nikarin heqê wan bidin. Ji me tê xwestin ku têkoşîna wan berdewam bikin û têkoşîna xwe mezintir bikin."

Osman wiha domand: "Ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve, gelê me bi lehengî li hemberî dijmin, komplo û êrişan li ber xwe dide."

Osman diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn herêmê diparêzin û bi saya wan ewlehî li herêmê heye.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin heta ku armancên wan bi dest bixin.

Birayê şehîd Nîzamedîn Mihemed Silêman jî axivî û got: "Şehîd nemir in û çirûsk in ku rêya me ronî dikin. Em ê têkoşîna wan berdewam bikin heta ku armanc û hêviyên wan pêk bînin."

Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir. Piştî wê girseya gel cenazeyê şehîd spart axê.

Merasîma sersaxiyê jî li pêşiya mala şehîd Nîzamedîn a li taxa Cimahiye ya Qamişloyê saet di 15.00`an de ye.

(şx)

ANHA