47 çete li Hesekê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li başûrê Hesekê operasyonek li dar xist. Di operasyonê de 47 çete gatin girtin û gelek çek hatin desteserkirin.

47 çete li Hesekê hatin girtin
47 çete li Hesekê hatin girtin
47 çete li Hesekê hatin girtin
47 çete li Hesekê hatin girtin
47 çete li Hesekê hatin girtin
47 çete li Hesekê hatin girtin
4 adar, 2024   13:49

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê operasyona xwe ya li başûrê Hesekê de bi daxuyaniyeke nivîskî agahî parve kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên me barbanga roja duşemê operasyoneke ewlehiyê ya berfireh ji Hesekê heta Şedadê li dar xist. Di encamê de 47 kes ku der barê wan de lêgerîn hebûn, hatin girtin. Kesên hatine girtin 14 endamên DAIŞ’ê ne, 3 endamên çeteyên dewleta Tirk a dagirker in û 31 endam ên komên xirabker bûn. Li gel wan miqdareke çek û madeyên hişbir hatin dîtin.”

Li gorî daxuyaniyê çek û madeyên hişbir ên hatine desteserkirin ev in: 3 çekên ji cureya Brno,12 kalaşnîkov, 7 narincok, 20 cercûrên kalaşnîkovan, 8 demançe, 10 guleyên demançeyan, 2 laptop, 50 guleyên BKS’yan, 3 gram madeya hişbir a crystal hbose, 30 gram heşîşa hişbir, 9 cercûrên demançeyan, 20 hebên hişbir ên Tramadol, 5 alavên bikaranîna hişbirê, rextek, 3 dûrbînên leşkerî, 7 çifteyên nêçîrê, kêrek, parçeyên xerabe yên kalaşnîkovan.”

Di dawiyê de hate gotin: “Hêzên me dê nehêlin komên terorîst li herêmên me bi cih bibin û xirabiyê bikin."

ANHA