‘Şehîd Hebûn dilsozên heval û axa xwe bû’

Şêniyên Kantona Firatê cenazeyê Şehîd Hebûn Kobanê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle bi merasîmeke biheybet oxir kirin.

27 kanûn, 2024   17:14
KOBANÊ

Şêniyên Kantona Firatê cenazeyê şehîdê Antî Teror, yê bi navê Hebûn Kobanê (Osman Qewas) ku 25ˋê Kanûna 2024`an li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, îro bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle oxir kirin

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, Sazî û dezgehên girêdayî rêveberiya Xweser beşdarî merasîma şehîd Hebûn Kobanê bûn.

Di merasîmê de deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan hat girtin, piştre hevseroka Desteya Jîngehê Almas Romî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şehîd ew in ku rêya heqîqet û rêya azadiyê nîşanî me didin û canê xwe ji bo gelê xwe û axa xwe feda dikin û wiha domand: “Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin û xwedî li rûmeta wan derkevin ji ber ku yê hiştiye ku em bi aramî li ser axa xwe jiyan bikin bi saya berxwedana şehîdan me daye.

Raste em di qonaxeke herî zehmet de jiyan dikin lê ne bi qasî kêliyeke ku şehîdên me li hember dijmin li berxwedanî û têkoşiyan.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çelebiyê Esead Ebûd jî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her diçe dijwartir dikin û axaftina xwe wiha dom kir: “Her çiqasî dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe li ser herêma me pêk bîne, lê tu carî bi vîna me nikare, her tim hêz û vîna me xurte ji ber ku yê hiştine vîna me xurt bibe şehîdên me ne.”

Apê Şehîd Hebûn Kobanê Ismaîl Qewas jî axivî û wiha got: “Gelê me yê welatparêz Şehîd Hebûn her tim dilsozên heval, hogir û axa xwe bû. Şehîdên me xwestin hebûna gelê xwe careke din di dîroka Cîhanê de bi tîpên zêrîn binivisînin. Şehîd hebûn jî yek ji wan şehîdan bû.”

Piştî avaftinan wesîqeya şehîd Hebûn Kobanê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşma “Şehîd Namirin” hat oxir kirin.

(Sş/he)

ANHA