Meclisa Malbatên Şehîdan: QSD û Şehîdên me xeta sor in

Meclisa Malbatên Şehîdan bang li gelê Kurd û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku destekê bidin hêzên xwe û bi xwepêşandanan hewldanên derxistina fîtneyan ji bo şerê birakujî şermezar bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan: QSD û Şehîdên me xeta sor in
Meclisa Malbatên Şehîdan: QSD û Şehîdên me xeta sor in
Meclisa Malbatên Şehîdan: QSD û Şehîdên me xeta sor in
Meclisa Malbatên Şehîdan: QSD û Şehîdên me xeta sor in
Meclisa Malbatên Şehîdan: QSD û Şehîdên me xeta sor in
Meclisa Malbatên Şehîdan: QSD û Şehîdên me xeta sor in
Meclisa Malbatên Şehîdan: QSD û Şehîdên me xeta sor in
27 kanûn, 2024   17:17
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo daxuyaniyek li pêşiya gotistana şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo da. 

Daxuyanî ji aliyê endamên meclisê Hêvî Seyid û Ubêd Enter ve û bi beşdariya bi sedan malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl, Kongra Star û partiyên siyasî hat xwendin.

Di daxuyaniyê îdiayên Mihemed Îsmaîl hatin redkirin û wiha hat gotin: "Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şehîdên me xeta sor in û her kesê ku li hemberî wan sînorê xwe derbas bike, dê hesab jê were xwestin."

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û hemû pêkhateyêb Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku destekê bidin hêzên xwe yên leşkerî, siyasî û bi xwepêşandanan îdiayên ku hewl didin fîtneyê û birakujiyê derxin holê, şermezar bikin.

(mh)

ANHA