Şehîd Ferhan Hacî hat oxirkirin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ferhan Hacî bi merasîmekê hat oxirkirin.

Şehîd Ferhan Hacî hat oxirkirin
Şehîd Ferhan Hacî hat oxirkirin
Şehîd Ferhan Hacî hat oxirkirin
Şehîd Ferhan Hacî hat oxirkirin
Şehîd Ferhan Hacî hat oxirkirin
Şehîd Ferhan Hacî hat oxirkirin
Şehîd Ferhan Hacî hat oxirkirin
Şehîd Ferhan Hacî hat oxirkirin
Şehîd Ferhan Hacî hat oxirkirin
7 adar, 2024   13:36
QAMIŞLO

Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê bi beşdarbûna sedan kesan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Mihemed Xêr Elîka diyar kir ku şehîd bingeha jiyana azad in. Di şexsê şehîd Ferhan de hemû şehîd bibîranîn û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.

Piştre hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk  Mele Mihemedê Xerzî bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî binesaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got'' Îro kesên ku bi kiryarên xwe piştgiriya zilmê dikin nikarin bi navê xwedê xîtabî civakê bikin."

Piştî wî jî keça şehîd Ferhan Hacî Rebah Ferhan di merasîma bavê  xwe de got, ew bi bi şehadeta bavê xwe serbilind e û diyar kir ku  heya dawiyê bavê wê ji bo gelê xwe têkoşiya û wê hertim li pey şopa şehîdên xwe bin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat radestî malbatê hat kirin. Bi tilîliyan û dirûşmeya"şehîd namirin'' cenazeyê şehîd Ferhan Hacî hat veşartin.

Şehîd Ferhan Hacî 6’ê Sibata 2024’an di encama nexweşiyê de şehîd bû.

(eg-bm)

ANHA