Leşkerên Tirk îşkence li 35 kesan kir

Leşkerên dagirkeriya Tirk li navçeya Cindirês a  bajarê Efrînê yê dagirkirî, îşkence li 35 kesan kir û radestî çeteyên ‘Polîsên Leşkerî’ kirin.

Leşkerên Tirk îşkence li 35 kesan kir
7 adar, 2024   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker îşkence li 35 kesan kiriye ku jin jî di nav de hene. Hate zanîn dema wan kesan hewl daye li nêzî gundê Hemam ê rojavayê navçeya Cindirêsê ya bajarê Efrînê yê dagirkirî ji herêmên dagirkirî birevin, leşj-keran ew girtine.

Çavkaniyan da zanîn ku leşkerên Tirk piştî îşkenceyê, ew kes radestî çeteyên "Polîsên Leşkerî" kirine.

Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kir ku ji ber îşkence û lêdanê, hestiyên gelek kesan şikestine û 2 ji wan rakirine nexweşxaneya Efrînê.

(şx)