Saziya Jina Azad a Hesekê perwerdeyên cur bi cur ji bo jinan û zarokan vedike

Saziya Jina Azad a li bajarê Hesekê xebatên xwe yê pêşxistina jinan û hebûna wan a li nava xebatên sûkan didomîne. Saziyê perwerdeyên pîşeyî ji bo pêdiviyên jinan û xizmetdayîna civakê vekirine.

Saziya Jina Azad a Hesekê perwerdeyên cur bi cur ji bo jinan û zarokan vedike
Saziya Jina Azad a Hesekê perwerdeyên cur bi cur ji bo jinan û zarokan vedike
Saziya Jina Azad a Hesekê perwerdeyên cur bi cur ji bo jinan û zarokan vedike
Saziya Jina Azad a Hesekê perwerdeyên cur bi cur ji bo jinan û zarokan vedike
Saziya Jina Azad a Hesekê perwerdeyên cur bi cur ji bo jinan û zarokan vedike
Saziya Jina Azad a Hesekê perwerdeyên cur bi cur ji bo jinan û zarokan vedike
Saziya Jina Azad a Hesekê perwerdeyên cur bi cur ji bo jinan û zarokan vedike
Saziya Jina Azad a Hesekê perwerdeyên cur bi cur ji bo jinan û zarokan vedike
Saziya Jina Azad a Hesekê perwerdeyên cur bi cur ji bo jinan û zarokan vedike
23 cotmeh, 2026   03:30
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Projeyên tenduristî, perwerdeyê û pîşeyî yên Saziya Jina Azad a Sûriyeyê ya bi armanca piştgiriya jin û zarokan, pêşxistina hêza wan a aborî, fikrî û tenduristî di nava civakê de didomin. 

Beriya pêvajoya entegrasyonê sazî bi navê Weqfeya Jina Azad dihat naskirin, sazî ji bo berfirehkirina toreya navendên xwe li herêmên Cizîr û Kobanê di nava tevgerê de ye, ew xizmetguzariya tibî bi awayekî bêpere pêşkêş dike, perwerdeyên pîşeyî, werzîşî û fêrkirinê bi pêş dixe, li kêleka wê semînerên hişmendiyê di aliyên cuda yên jiyanê de organîze dike.

Di çarçoveya aliyê tenduristî û xizmetguzarî ya li bajarê Hesekê de, Navenda Arî ya tenduristiyê ya girêdayî saziyê heye, ew lênerîna tibî bi awayekî bêpere ji bo jinan û zarokan pêşkêş dike.

Der barê xebatên navendê de endama rêveberiya Beşa Tenduristiyê ya Saziya Jina Azad a Sûriyeyê li bajarê Hesekê Xewla Qewas da zanîn ku navend sala 2020`an dest bi xebatên xwe kiriye, ew di beşa zarok, beşa jinan û beşa tiba alternatîf a fîzîkî bi awayeke bê pere xizmetê pêşkêş dike.

Xewlayê diyar kir ku navend heftane vekirî ye, ji wan 3 roj ji bo jinan û 3 rojên din ji bo zarokan e, bijîşk hene xizmetê pêşkêş dikin û derman bi awayeke bê pere didin nexweşên zarok û jinan.

Xewla Qewas got: “Navend saetên sibehê nexweşan kom dike, ji bo wan bi çavdêriya bijîşkên jin, semînerên hişyarkirinê yên girêdayî nexweşiyên jinan û zarokan, nexweşiyên din jî pêşkêş dike, pisporên tiba alternatîf hene.”

Bi boneya Cotmehê, ya ku li ser asta cîhanê bi Meha Pembeyî ya penceşêra memikan tê naskirin, Navenda Arî bi armanca pêşxistina hişmendiya tenduristî ya jinan, girîngiya naskirina bi awayeke bi lez a penceşêrê û rola wê di zêdekirina derfeta şîfakirinê dest bi kampanyayekê kir.

‘DAN Û STANDINEK MIROVANE’

Xewla Qewas destnîşan kir ku tişta ku Navenda Arî ciyawaz dike, awayê dan û stendina bi nexweşan re ye, ne tenê di dema pêşkêşkirina lênerîneke tenduristî, lê di aliyê bersivandina pirsên têkildarî nexweşî û dermanan de jî, li navendê rewşeke guncaw ji bo jin û zarokan tê peydakirin.

Endama rêveberiya Beşa Tenduristiyê ya Saziya Jina Azad a Sûriyeyê Xewla Qewas da zanîn ku beşa tiba alternatîf xizmetê ji bo jin û zarokan pêşkêş dike, dermanan ji bo nexweşiyên çerm û hwd pêşkêş dike.

Beşa tiba alternatîf a girêdayî Navenda Arî bi arancama kêmkirina bikaranîna dermanên kîmyewî dixebite.

HEMŞÎRETÎ

Li kêlek xebatên Navenda Arî, sazî bi çavdêriya hemşîran, perwerdeyan vedike, jinan fêrî pîşeya hemşîretî dike û piştî temamkirina perwerdeyê bawernameyan dide jinan, pê re jî sazî bi nexweşxaneyan re di nava koordîneyê de ye, bi vê rêyê derfetên karmendetiyê ji bo jinan bi dest dixe.

TAYKWANDO Û WERZÎŞVANÎ

Di çarçoveya perojeyên perwerdehî û werzîşê ya Saziya Jina Azad de, berpirsyara Projeya Taykwando û Werzîşvaniya Jinan Rîma Îbrahîm Mihemed li ser çalakiyên ku navend ji bo zarok û jinan pêşkêş dike axivî, pê re jî perwerdeya zimanê îngilîzî jî tê dayîn.

Rîma Mihemed got: “Sazî ji bo pêşxistina berhemendî û fêrkirina zaork û jinan xebatê dide meşandin.”

Rîmayê da zanîn ku armanc ji perwerdekirina zarokan ser Taykwandoyê bi armanca bihêzkirina bedena wan û pêşxistina fikreyên wan pêk tê, her wiha ev alîkariyê dide wan ku dûrî enerjiya neyînî bikevin, baweriya wan a bi kesayetê pêşdixe û dihêle ku ew rêzdariya xwe pêşbixînin, zarok ji hêla perwerdekareke pirspor ku bawernameya xwe ji Korea girtiye û kemera reş bi dest xistiye pêk tê.

Rîmayê destnşan kir ku beşa werzîşvaniya jinan, bi armanca alîkariya jinan ji bo tevgerandina bedenê û başkirina rewşa wan a bedenî, li gorî birêxistinkirina perwerdeyên beşa sibehê pêk tê, girîngiyeke taybet ji bo jinên ku pirsgirêkên wan ê tenduristî heye tê dayîn, ev perwerde bi pereyên sembolîk tê pêşkêşkirin.

PROJEYÊN PÎŞEYÎ

Endama Saziya Jina Azad Gulistan Ebdo jî bal kişand ser projeyên ku sazî pêk tîne, da zanîn ku ew proje girêdayî fêrkirina dirûtin, hemşîretî, kofartî û kombîterê ne, ev xizmet bi pereyên kêm tên pêşkêşkirin.

Gulistanê diyar kir ku projeya dirûtinê bi koordîneya komînan re dest pê dike, jinên dixwazin fêr bibin navên xwe tomar dikin û piştre navên wan li taxan tê komkirin, alavên fêrkirina dirûtinê ji bo komînên taxan tê veguhestin û heta bi dawîkirina dema perwerdeyê ji komînan tên derxistin, piştî bidawîkirinê bawername ji bo jinan tê pêşkêşkirin, sazî bi kargehan re dikeve nava peywendiyê û kar ji bo wan jinan peyda dike.

FÊRKIRINA AJOKARIYÊ

Girêdayî perwerdeya fêrkirina ajokariyê, Gulistanê da zanîn ku pereyên kêm ji bo fêrkirinê tê xwestin, ew dixwazin beşeke mezin a jinan ji vî şaxê perwerdeyê sûd werbigire.

Gulistanê diyar kir ku ji bo projeya kofartiyê jî jin li navend kom bidin û tên frêkirin, sazî perwerdeyên fêrkirina bingeha bikaranîna kombyoterê jî vedike.

BIDESTXISTINA BEHREMENDIYAN PÊDIVIYÊN SAZIYÊ BI CIH TÎNE

Gulistan Ebdo bal kişand ser zehmetiyên ku rastî saziyê tên, da zanîn ku ew zehmetiyan di warê kêmbûna derfet û destekdayînê, nebûna kehrebeyê û bihabûna sotemeniyê dikşînin.

Gulistan Ebdo diyar kir ku ji ber nebûna kehrebeyê li navendê gelek aliyên xebatê kêm dimînin, bi taybet hejmarek ji pîşe û perwerdeyan ên ku bi hacetî kehrebeyê ne, bihabûna sotemeniyê jî dihêle ku jinên perwerdeyê dibînin nikaribin xwe bighînin cihê perwerdeyê.

Gulistan Ebdo bang li aliyên peywendîdar û rêxistinan kir ku destekê bidin Saziya Jina Azad.

(sb)

ANHA