Artêşa Lubnanê hewldana qaçaxçîtiya çekan a ji Sûriyeyê têk bir

Artêşa Lubnanê hewldana qaçaxçîtiya çekan a ji Sûriyeyê têk bir û 5 gumanbar binçav kirin.

Artêşa Lubnanê hewldana qaçaxçîtiya çekan a ji Sûriyeyê têk bir
22 cotmeh, 2026   19:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên wê li herêma Ekrûm a sînorê ya parêzgeha Ekarê hewldana qaçaxçîtiya çekan a ji Sûriyeyê têk bir.

Li gorî artêşê, yekîneyên wê li herêma Riwêma ya Ekarê û bajarokê Ersalê ve jî 2 gumanbarên çalakiyên qaçaxçîtiyê binçav kirin.

Di daxuyaniya artêşê de hate gotin, yekîneyên artêşê li herêma Wadî Xalid a Ekarê bi ser malên gumanbaran de girtin û 3 kes bi sûcên êrişa li ser leşkerekî, teqandina guleyan, her wiha standina milkan bi darê zorê binçav kirin û lêpirsîn dane destpêkirin.

Hate diyarkirin ku miqdarek çekên li cem gumanbaran hatin dîtin, hatin desteserkirin û radestî aliyên têkildar hatin kirin.

(bb)