Şandeyên Hemas, Qeter û DYA’yê li Qahîreyê ne

Şandeyên Hemas, Qeter û DYA’yê ji bo ji nû ve destpêkirina dan û standinên agirbesta li Xezayê li Qahîreyê ne.

Şandeyên Hemas, Qeter û DYA’yê li Qahîreyê ne
3 adar, 2024   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Sky News Arabia, şandeyên Hemas, DYA û Qeterê gihaştin Qahîreyê da ku careke din dest bi dan û standinên der barê agirbesta li Xezayê de bikin. 

Li gorî Reutersê jî, cîgirê serokê tevgera Hemasê Xelîl El Heye serokatiya şandeya Hemasê dike.

Çavkaniyan diyar kiribû ku Îsraîl heta navên dîlên Îsraîlê yên li Xezayê hîna dijîn bi dest nexe wê şandeyê neşîne Qahîreyê.

Çavkaniyên agahdar got çav li rê ye ku navbeynkarên li Qahîreyê li forumekê bigerin da ku agibestê li Xezayê pêk bîne.

2 çavkaniyên ji Misirê û rayedarekî Hemasê jî diyar kir ku Hemas ji helwesta xwe nayê xwarê û gotin, divê agirbesta demkî bibe destpêka projseya bidawîkirina şer.

Her du çavkaniyên ji Misirê da zanîn ku li ser agirbesta destpêkê lihevkirin çêbûye û tê payîn ku qonaxek nêzî 6 hefteyan bidome.

(bb)