Şandeyek jinên Serêkaniyê vegera bi ewle bi Ilham Ehmed re nîqaş kir

Şandeyek ji buroya jinan a koçberên Serêkaniyê serdana Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ilham Ehemd kir. Di serdanê de rewşa mirovî ya koçberan û vegera bi ewle hate nîqaşkirin.

Şandeyek jinên Serêkaniyê vegera bi ewle bi Ilham Ehmed re nîqaş kir
19 cotmeh, 2025   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Jinan a Koçberên Serêkaniyê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Hevseroka Daîreyê Ilham Ehemd pêşwaziya şandeyê kir  û bi wan re civiya.

Di civînê de geşedanên ewlehî û morovî yên di dosya koçberan de hatin nîqaşkirin. Bi taybet li ser geşedanên di dosya Sûriyeyê de û danûstendinên di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de hate gotûbêjkirin.

Di civînê de herdû aliyan nerîna xwe derabrê rewşa bi dehezaran koçberên ji zêdeyî 6 salan ve ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji bajar û gundên xwe hatine koçberkirin, anî ziman. Hate gotin ku hîn hejmarek mezin ji wan di dibistanan û kampên cûda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dimînin.

Di civînê de herdû aliyan dan diyarkirin ku pêwiste ji bo başkirina rewşa koçberan û pêkanîna xizmetên sereke piştgiriya mirovî pêk werin. Di heman demê de aliyan behsa peymana 10’ê Adarê kir û bi taybet benda behsa vegera koçberan dike, hate rojevê.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed di civînê de axivî û got: “Mafê vegerê mafekî mirovî û qanûnî ye, tu carî gav jê paş de nayê avêtin. Rêveberiya Xweser doza koçberan xistiye xalên sereke yên tekoşîna xwe de. Bi awayekî kordînekirî bi aliyên siyasî û qanûnî re di vê mijarê de kar dibe, da vegera bi ewle ya koçberên Serêkaniyê û Girê Spî pêk were.”

Di dawiya civînê de herdû aliyan li hev kirin ku ji bo vegera koçberan karê hevbeş pêk were û ji bo piratîzekirina xalên peymanê yên derbarê vegera koçberan de  gavên zêdetir werin avêtin. Di heman demê de hate gotin vegera koçberên Serêkaniyê dê gaveke girîng a ber bi pêkanîna edalet û aramiyê be, di heman demê de wê riya avakirina Sûriyaya demokratîk a pireng be û riya parastina mafê hemû gelê Sûriyeyê be.

(dc/k)

ANHA