Komîsyona Lêkolînê serdana xwe ya duyemîn a bo Siwêdayê dest pê kir

Komîsyona Lêkolînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya ji bo Sûriyeyê, di çarçoveya serdana xwe ya duyemîn a bo Siwêdayê de, ku îro dest pê kir, bi malbatên şehîdan û şêniyên gundên ziyandar ên li Siwêdayê re civiya.

Komîsyona Lêkolînê serdana xwe ya duyemîn a bo Siwêdayê dest pê kir
19 cotmeh, 2025   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Lêkolînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya ji bo Sûriyeyê îro serdana xwe ya duyemîn a bo Siwêdayê dest pê kir, û bi malbatên şehîdan û gundên ziyandar re civiya. Ev serdsan di çarçoveya hewldanên wê yên ji bo tespîtkirina rastiyên li ser binpêkirin û komkujiyên ku di nîvê Tîrmehê de li herêmê qewimîne de, pêk hat.

Komîsyonê serdana xwe ya yekem a Siwêdayê di 8`ê Cotmehê de, piştî gera li bajar û çend deverên derdorê, bi dawî kir.

Komîsyonê her wiha spasiya xwe ji bo kesên saxmayî, şahidan û rêberên civakê yên ku di derbarê binpêkirinan de şahidî dane, anî ziman.

Di serdana xwe ya yekem, şandeya komîteyê serdana çend gundên li gundewarê rojavayê Siwêdayê û bajarokê Qenawat kir, li wir bi Şêx Hikmet El Hecrî, serokê civaka Durzî re civiya. Her wiha li Nexweşxaneya Siwêdayê bi birîndar û şahidên bûyeran re hevdîtin kir.

(k)