Şandeyek jinan tev li Mîhrîcana "Mirovahiyê" ya Parîsê bû

Şandeyek jinan a Herêma Bakur û rojhilatê Sûriyeyê tev li vekirina Mîhrîcana "Mirovahiyê" ya li Parîsê bû.

Şandeyek jinan tev li Mîhrîcana "Mirovahiyê" ya Parîsê bû
Şandeyek jinan tev li Mîhrîcana "Mirovahiyê" ya Parîsê bû
Şandeyek jinan tev li Mîhrîcana "Mirovahiyê" ya Parîsê bû
Şandeyek jinan tev li Mîhrîcana "Mirovahiyê" ya Parîsê bû
Şandeyek jinan tev li Mîhrîcana "Mirovahiyê" ya Parîsê bû
Şandeyek jinan tev li Mîhrîcana "Mirovahiyê" ya Parîsê bû
12 îlon, 2025   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro (12ˊê Îona 2025ˊan) çalakiyên Mîhrîcana "Mirovahiyê" li Parîsê dest pê kirin. Di mîhrîcanê de bi hezaran kes, nûnerên ji partî, rêxistinên çepgir ên Fransa û gelek dewletan, şandeyek jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amade bûn. Mîhrîcan wê bi çalakiyên hunerî, çandî û siyasî yên curbicur heta 14ˊê Îlonê bidome.

Senatorê Fransayî û mûdîrê mîhrîcanê Fabian Kaya axaftina destpêkê kir. Kaya bal kişand ser girîngiya hevgirtina navneteweyî bi gelên êşên çewisandin û zordariyê dikişînin û got armanca mîhrîcanê balkişandina ser dozên edaletê, azadî û parastina mafên mirovan e.

Bi organîzekirina rojnameya L'Humanité mîhrîcana li baregeha 217ˊan a hewayî ya berê ya li herêma Plessis- Pâté ya başûrê paytextê tê lidarxistin. Mîhrîcan ji girîngtirîn çalakiyên salane ye ku mûzîkê, nîqaşên fikrî û çalakiyên hevgirtinê li hev dicivîne.

Dewreya 90ˊê ya mîhrîcanê cihekî berfireh a beşdariya hunerî digire, li kêlek wê panelên siyasî û sînemayê yên der barê krîza avhewayê, şerê li Xezayê, mafên mirovan de tên lidarxistin. Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van mijarên navborî nîqaş dike.

Şandeyek jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi serdaneke fermî li Ewropayê ye û wê mehekê bidome. Şande wê bi rêxistinên jinan û hiqûqû, parlamenterên Ewropî re hevdîtinê bike. Li kêlek wê jî beşdarî panelên diyalogê û mîhrîcanên çandî bibe.

Şande ji endama Rêveber a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekitiya Jinan a Suryanî Corcêt Bersûm, pêk tê.

Şande hewl dide di gera xwe de balê bikişîne ser ezmûna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rola wê di biryardanê de û avakirina pirên hevkariyê bi saziyên ewropayî di warên mafên mirovan û wekheviya zayendî de.

(fr)