Şandeya rojnamevanan encamên serdanên xwe li Silêmaniyê aşkera kirin
Şandeya rojnamevanên Kurd û biyanî bang li hemû alî û kesên peywendîdar kir ku hemû rojnamevanên şehîd ziman û dengê wan bin û xwedî li rojnamevanan derbikevin, dan diyarkirin ku li şûna siyaseta bêdengkirinê divê siyaseta şerxwazî bi dawî bê û tekezî li cezakirina hêzên li pişt şehîdkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn kirin.
Komek ji rojnamevanan li ser banga ROJIN (Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê ji bo Gulistan Tara û Hêro Behadîn yên di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê hatin şehîdkirin, ji Ewropayê hatin Silêmaniyê. Şandeyê li Silêmaniyê bi çendîn navend, sazî, sendîka, federasyon û rêkxistinên cuda yên çapemeniyê û cuda re hevdîtin pêk anîn.
Şande ji rojnamevan Alîce Magar, Emma Audrey, Diler Akreyî, Hendrîn Ferec Mihemed, Jallane Hewramî û Devrîm Alp pêk tê.
Şandeya rojnamevanan îro li Navenda Metro têkildarî armanca xwe ya hatina Silêmaniyê û encama serdanên xwe yên li gel çendîn sazî, rêkxistin û sendîkayan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kir.
Şandeya rojnamevanan tekez kir ku ji bo têkoşîna hiqûqî li dijî dewletên sûcdar di qada navxweyî û navnetewî de, bang li medyaya Kurd, navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî her êrişeke li ser rojnamevan û çapemeniyê berpirsyariya xwe bicih bînin.
Şandeyê bi çend xalan ev daxwaz ji Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên navnetewî kirin ku bicih bînin;
-Başî û silametiya jiyana rojnamevanan û mercên ji bo meşandina karê çapemeniyê ji rojnamevanan re bixin garantiye,
-Pêwîst e mafên civak û gel ên wergirtina agahiyan were parastin,
-Divê kujerên rojnamevanan werin cezakirin, da ku tu rojnamevanên din weke Gulistan Tara û Hero Behadîn neyên şehîdkirin,
-Rojnamevan li kû derê bin û nêrîna wan çi dibe bila bibe, divê xwe weke malbatekê bibînin û bi hev re parastina mafên xwe bikin û rastiyan ji civakê re ragihînin.
Di civîna çapemeniyê de daxuyaniya rojnamevanan ji aliyê endamê şandeyê rojnamevan Hindrên Ferec Mihemed ve hate xwendin.