Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Şaredariya Mezin a Romayê re civiya

Şaredariya Mezin a Romayê diyar kir ku ew amade ye hevkariyê bi şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bike.

Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Şaredariya Mezin a Romayê re civiya
Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Şaredariya Mezin a Romayê re civiya
Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Şaredariya Mezin a Romayê re civiya
Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Şaredariya Mezin a Romayê re civiya
6 adar, 2024   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekîneyên Parastiya Jin (YPJ) ku ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer, berdevka YPJ`ê Rûksan Mihemed, hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Siwîsrayê Medya Hesen pêk tê, bi şandeyeke Şaredariya Mezin a Romayê re hevdîtin pêk anî. Şande ji berpirsê têkiliyên navneteweyî Ugu Papi, endamê Meclisa Şaredariya Mezin a Romayê û berpirsê nenavendîbûnê Andrea Catarci, Serokê Şaredariya 8`an a Romayê Amadeo Ciaccheri û endamê meclisa Lazioya şaredariyê Claudio Marotta pêk dihat.

Şandeya Rêveberiya Xweser piştgiriya ku Şaredariya Romayê ji rêveberiyê re pêşkêş dike spas kir.

Şandeya Rêveberiya Xweser tecrubeya Rêveberiya Xweser wek modeleke demokratîk şîrove kirin û got, "Ev tecrûbe dikare li herêmên din ên Sûriyeyê pêk were heta ku Sûriyeyeke demokratîk ya nû û ne navendî ji tevahî sûriyeyiyan re ava bibe."

Her wiha şandeyê behsa rola jinan di Rêveberiya Xweser de kir. Hate diyarkirin ku rêjeya jinan di saziyên Rêveberiya Xweser de ji sedî 50’î ye. Pergala hevserokatiyê jî hat şîrovekirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser, rewşa mirovî û aborî ya li herêmê ya ji ber dorpêça li ser herêmê nirxandin. Hate gotin, piştgiriya navneteweyî ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm e. Şandeya Rêveberiya Xweser xwest ku Îtalya û civata navneteweyî berpirsariyên xwe bînin cih alîkariyan bigihînin herêmê.

Şandeyan îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî, li dijî sivîlan, hedefgirtina binesaziya xizmetguzariyê, stasyonên kehrebe, gaz û bîrên petrolê kirin. Hate gotin, ev sûc li gorî qanûnên mirovî yê navneteweyî sûcên şer in û hate xwestin rayedarên dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî yên têkildarî bên darizandin.

Şandeya Rêveberiya Xweesr bang li Şaredariya Navendî ya Romayê, şaredariyên din ên Îtalyayê kir ku serdana herêmê bikin, ji bo ku rewşê rasterast binirxînin, têkiliyên bi şaredariyên li wir re xurttir bikin, piştgiriya pêwîst ji binesaziya xizmetguzariyê û sererastkirina wêraniya ji ber êrişa dawîn li saziyan hatine, pêşkêş bikin.

Şandeya Îtalyayê jî destnîşan kir ku ji nêz ve rewş û geşedanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopînin, her wiha spasiya gelê herêmê kirin ji ber fedakariyên di têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ`ê de kirine. Şandeyê pesna tecrubeya Rêveberiya Xweser û rola jinan li herêmê da û da zanîn ku şaredariyên Romayê amade ne bi şaredariyên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevkariyê bikin û cihê xwe di sererastkirina hin saziyên xizmetguzariyê mîna avê û kanalîzasyonê de bigire.

(şx)