Di rûniştineke li Hecînê de rewşên xizmetguzarî, ewlehî û siyasî hatin nîqaşkirin

Li rojhilatê gundewarê Dêrazorê rûniştineke diyalogê hat ldiarxistin û hate gotin ku îstîqrara debarê û ewlehiyê di binesaziyê de hevsengiyekê pêk tîne û ev hevsengî tenê bi rêya beşdarkirina siyasî ya bibandor, rûbirûbûna zehmetiyên li pêş herêmê û redkirina destwerdanên derve pêkan e.

Di rûniştineke li Hecînê de rewşên xizmetguzarî, ewlehî û siyasî hatin nîqaşkirin
Di rûniştineke li Hecînê de rewşên xizmetguzarî, ewlehî û siyasî hatin nîqaşkirin
Di rûniştineke li Hecînê de rewşên xizmetguzarî, ewlehî û siyasî hatin nîqaşkirin
Di rûniştineke li Hecînê de rewşên xizmetguzarî, ewlehî û siyasî hatin nîqaşkirin
Di rûniştineke li Hecînê de rewşên xizmetguzarî, ewlehî û siyasî hatin nîqaşkirin
Di rûniştineke li Hecînê de rewşên xizmetguzarî, ewlehî û siyasî hatin nîqaşkirin
Di rûniştineke li Hecînê de rewşên xizmetguzarî, ewlehî û siyasî hatin nîqaşkirin
Di rûniştineke li Hecînê de rewşên xizmetguzarî, ewlehî û siyasî hatin nîqaşkirin
22 gulan, 2025   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Hecînê yê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê, ji bo nîqaşkirina rewşên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî yên herêmê, rûniştineke diyalogê ya berfireh, hat lidarxistin.

Di rûniştinê de nûnerên hêzên leşkerî, meclisên xwecihî, endamên sazî û komîteyan, şênî û rûspiyên herêmê amade bûn.

Di rûniştinê de serokê Meclisa Rêveber a gundewarê rojhilatê Dêrazorê Qasim El Mezhel ji bo derbaskirina zehmetiyên ewlehî û siyasî girîngî da xurtkirina têkiliya di navbera pêkhateyên xwecihî û şêniyan de.

Qasim got pêwîst e pirên baweriyê werin avakirin û hewldanên ji bo vegerandina îstîqrarê werin zelalkirin, bi taybet digel hewla jinûve tamîrkirinê wêraniya ji ber şeran çêbûne. Her wiha Qasim anî ziman ku di mijara birêvebirina dosyayên xizmetguzarî mîna tamîrkirina torên avê û kehrebê yên zirar dîtine de divê zelalbûneke hebe.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hecînê Xebat El Şiêtî li ser zehmetiyên ewlehiyê axivî û got ku hêzên leşkerî rûbirûyî hewlên berdewam ên têkbirina ewlehiyê ji hêla komên "terorîst" ên mayî ve dimîne.

Fermandarê NivîsgehaTêkiliyên Leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Hecînê Goran Til Temir bang li şêniyan kir ku der barê maf û pirsgirêkên xwe yên rojane de yekser gilî bikin û dudilî nebin û got wê aliyên berpirsê jî tedbîrên guncaw ji bo çareserkirina van pirsgirêkan pêk bîne.

Beşdaran destnîşan kir ku aramiya ewlehî û jiyanî bi hevsengiya binesaziyê ve girêdayî ye û got ev hevsengî tenê bi rêya beşdarkirina siyasî ya bibandor, derbaskirina zehmetiyên li pêşiya herêmê û redkirina destwerdanên derve, tê pêkanîn.

Beşdaran girîngî da xwedîderketina li bangên şêniyan wekî pêşxistina binesaziyê, rewşa xizmetguzarî û çandiniyê.

Aliyên berpirs têbînî û daxwazên şêniyan girtin û soz da ku lêkolînkirina wan û pêşkêşkirina çareseriyên berbiçav di demeke bê de pêşkêş bikin, ku di tevahî aliyan rewşê bi pêş bixin.

(mh/fr)

ANHA