Şandeya jinan a ji Hindistanê serdana mala Rêber Apo ya li Amarayê kir

Nûnerên saziyên jinan ên ji Hindîstanê hatin, serdana mala Rêber Apo ya li Amarayê kir.

Şandeya jinan a ji Hindistanê serdana mala Rêber Apo ya li Amarayê kir
27 adar, 2026   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ku ji nûnerên saziyên jinan ên Hindîstanê pêk dihat, ku ji bo bernameya Newroza Amedê hatibûn, piştî bernameyê serdana mala Rêber Apo ya li gundê Amara ya Xelfetî ya Rihayê kir. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî tevlî hevdîtinê bûn. Şande ji aliyê Mehmet Ocalan, Alî Ocalan, hevşaredara Xelfetiyê ya qeyûm tayînê şûna wê bûbû Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, rêxistina DEM Partî ya Xelfetiyê û gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin.

Mehmet Ocalan û Alî Ocalan der barê hevdîtina dawî ya li gel Rêber Apo de agahî dan û jinên ji Hindîstanê jî xebatên der barê paradîgma Rêber Apo dimeşînin de parve kirin.