ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-03-2026
28 adar, 2026   02:00

Şêniyên herêma Cizîrê diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin bandor li tenduristiya wî kiriye û banga tedbîrên lezgîn û zêdekirina çalakiyan kir da ku tecrîd bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî were pêkanîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Giştî ya PYD`ê Silêman Ereb destnîşan kir ku divê ji bo nivîsandina destûra Sûriyeyê ya nû komîteyek ji nûnerên gelê Kurd, pêkhateyên din û nûnerên ji Rêveberiya Xweser bê avakirin. Divê di Sûriyeyê de hebûneke destûrî û qanûnî ya destkeftî û saziyên li herêmê jî hebe. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi demsala biharê re şêniyên herêma Aliyan a gundewarên Çilaxa û Girke Legê derdikevin çol û zeviyan. Komkirina giya û pincaran çanda jinên Kurd e ku bi hezaran salan e didome. BI WÊNE Û DÎMEN

Li gundewarên rojhilatê Hemayê ji ber bûyerên diziyê yên li ser zevî, kargeh û sewalan, şênî di nava tirsê de dijîn. Ev yek bûye sedem ku şênî bi şev dernekevin derve. Şêniyan bang li aliyên têkildar kir ku ji bo ewlehiyê berpirsyariyên xwe pêk bînin. BI WÊNE

Xelkê Rojava cenazeyê helbestvan û endamê HRRKˊê Ehmed Huseynî ji deriyê El Welîd werdigire, ber bi Qamişloyê dûre bajarê Amûdê ve dikeve rê ku li wir defin bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê, li Nivîsgeha PYDˊê ya Tirbespiyê û li Sendîkaya Karkaran a bajarê Rimêlan û Girkê Legê çalakiya Hefteya Lehengiyê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi boneya Hefteya Lehengiyê civînekê ji bo bibîranîna şehîd Egîd li navenda xwe li dar dixe, 11.00ˊan, li Dirbêsiyê li Navenda Çand û Hunerê bi heman boneyê Meclisa Malbatên Şehîdan çalakiyê li dar dixe. BI WÊNE Û DÎMEN