Şandeya Îmraliyê bi Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin pêk anî

Endamên şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Meclîsa Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kirin.

Şandeya Îmraliyê bi Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin pêk anî
16 hezîran, 2026   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokê Meclîsa tirkiyê  Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kirin.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de karên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, hevdîtinên ku bi partiyên siyasî re kiriye û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatine nirxandin.

Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku ji bo qonaxa pêş a pêvajoyê bi ser bikeve, gelekî girîng e ku li parlamentê karên pêwîst bêne kirin û sererastkirin bi cih bêne anîn.