Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan hatin bibîranîn

Yek ji siyasetmedara Kurd a jin Sakîne Cansiz ku 12 sal berê li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li Dêrsimê hat bibîranîn.

Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan hatin bibîranîn
9 ÇILE, 2025   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji sê jinên şoreşger ên 12 sal berê li Parîsê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin Sakîne Cansiz li Goristana Asrî ya Dersimê û Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), li Elbîstanê li ser gora xwe hatin bîranîn. 

li Dersimê Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordu û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, rêveberên bajar û navçeyan û gelek kes tev li bûn.

li navçeya Elbîstan a Mereşê jî Fîdan Dogan hat bibîranîn. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgor, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina DEM Partî û DBP’ê yên Mereş, Dîlok û Semsûr, gelek welatî beşdarî bi bîr anînê ya li ser gorê bûn