Şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî li Heleb û Lubnanê hatin bibîranîn

Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Lubnanê soz da ku rêya şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî bidomînin û ji bo azadiyê, edaletê û wekheviyê têkoşînê mezin bikin.

Şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî li Heleb û Lubnanê hatin bibîranîn
Şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî li Heleb û Lubnanê hatin bibîranîn
Şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî li Heleb û Lubnanê hatin bibîranîn
Şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî li Heleb û Lubnanê hatin bibîranîn
9 ÇILE, 2025   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 12ˈan a şehîdxistina jinên pêşeng Sakîna Cansiz (Sara ), Leyla Şaylemez (Ronahî) û Fîdan Dogan (Rojbûn) çalakî hatin lidarxistin.

HELEB

Rêxistina Kongra Star a Helebê bi amadebûna endam û nûnerên partiyan, saziyên sivîl, meclis, komîn û tevgerên jinan li pêşiya navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da.

Endama Koordînasyona Kongra Star Fatme Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji dîrokê ve gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve tê qirkirin, lê bi avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê re jin bû bingeha têkoşîn û berxwedana ji bo azadiya tevahî jinan berdewam. Hate diyarkirin ku şehîd Sara yek ji jinên yekemîn ên tev li tevgerê bûye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi hezaran dildarên azadiyê li ser şopa şehîd Sara tev li tevgerê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin Fransayê ji bo girtina kujeran tu gavên cidî neavêtine.

Di dawiya daxuyaniyê de sûcên li dijî jinan hatin şermezarkirin û banga hesabpirsînê ji kujerên komkujiya Parîsê ya yekemîn hate kirin. Di dawiya daxuyaniyê de jî soza şopandina rêya şehîdan û avakirina neteweya demokratîk û civakeke adil û wekhev hate dayîn.

Di heman çarçoveyê de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, Rêxistina Efûyê ragihandibû ku divê di qetilkirina her sê çalakvanan li Parîsê, lêpirsîneke giştî di zûtirîn dem de bê kirin û Tirkiye bi vê bûyerê hatibû tawanbarkirin, lê ji bo parastina ajandeyên xwe yên taybet heta niha tu lêpirsîneke zelal çênebûye.

Di daxuyaniyê de tevgerê bang li gelê Fransyê û hikumeta wê kir ku pabendî nirxên mirovî û demokratîk bin, rastiya dewleta Tirk a faşîst û sûcên wê aşkera bikin, hesabê ji berpirs û kesên ev komkujî kiriye, bikin.

Di daxuyaniyê de tevgerê soz da ku heta bidestxistina armancên şehîdan û avakirina civakeke demokratîk û azad, dê têkoşînê berdewam bike.

Her wiha bang li Rêxistina Efûyê û navendên hiqûqî kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê û têkoşerên wê bi dawî bikin û hesab ji sûcdaran bipirsin.

LUBNAN

Kongra Star li Lubnanê di heman çarçoveyê de gelek civîn li dar xistin.

Di civînan de hate gotin, hedefgirtina her sê şehîdan hewldanek ji bo darbekirina pêvajoya diyaloga demokratîk û çareseriya aştiyane ya doza Kurd e. Di heman demê de hate diyarkirin ku ev sûc beşeke hemleya çewisandinê ya li dijî jinên azadîxwaz e.

Di civînan de îşaret bi têkoşîna şehîd Sara hate kirin ku bû sembola berxwedanê û birêxistinkirinê û jiyana xwe di oxirkirina guhertina hişmendiya civakê û birêxistinkirina wê ber bi azadiyê ve borand.

Di civînan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

(şx)