‘Agirbesta DYA-Îranê ceribandinek e, li Lubnanê rewş aloztir dibe’

Medyaya erebî nivîsî ku dan û standinên siberojê yên li paytexta Pakistanê Îslamabadê, piştî şerekî ku nêzîkî 40 rojan dom kir, ceribandina pêvajoya siyasî ye û destnîşan kir ku sedemên bingehîn ên şer hîn jî hene.

‘Agirbesta DYA-Îranê ceribandinek e, li Lubnanê rewş aloztir dibe’
10 nîsan, 2026   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro bal kişand ser agirbesta demkî ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) û Îranê de û geşedanên li Lubnanê.

‘GELO EW BÊHNVEDANEKE DI NAVBERA 2 ŞERAN DE YE?’

Rojnameya El Şerq El Ewset destnîşan kir ku dan û standin hewldanek in ji bo ceribandina îhtîmala xwegihandina çareseriyekê, lê hişyarî da ku berdewamiya sedemên şer dikare şer ji nû ve gur bike, bi taybet ji ber ku Washingtonê piştrast kir ku amade ye operasyonên leşkerî ji nû ve dest pê bike, ger dan û standin bi ser nekevin.

Rojnameyê diyar kir ku newekheviya di hevsengiya hêzê de di navbera her du aliyan de dihêle ku mirov nekare behsa hevsengiyeke rastîn bike, tevî ku Tehranê tiştê derket holê wek serkeftin nîşan daye.

Rojnameya El Nehar jî nivîsî ku agirbest ne bidawîhatina şer e, lê belê agirbesteke demkî ye ku berdewamiya wê bi encamên dan û standinan di navbera du hefteyan de ve girêdayî ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku zexta navneteweyî û lêçûna zêde ya şer alî neçar kirin ku dan û standinan qebûl bikin, lê pirsgirêkên sereke nehatine çareserkirin, bi taybetî vekirina Tengava Hurmuzê, bernameya nukleerî ya Îranê û ewlehiya herêmî.

‘GOTÛBÊJÊN LUBNAN Û ÎSRAÎLÊ ROJA SÊŞEMÊ LI WASHINGTONÊ DEST PÊ DIKIN’

Li aliyekî din aloziya li Lubnanê wekî faktoreke girîng derket holê ku bandorê li pêvajoya agirbestê dike. Malpera Lebanon 24 ragihand ku Îsraîlê amadebûna xwe ji bo destpêkirina dan û standinan bi Lubnanê re li Washingtonê ragihand, di heman demê de operasyonên leşkerî li başûrê welat dewam dikin ku li herêmên sînor pevçûnên dijwar qewimîn.

Çavkaniyan nîşan da ku di helwestan de cudabûneke aşkera heye. Lubnan berî her dan û standinekê li ser agirbestê israr dike, di heman demê de Îsraîl pêşniyar dike ku dan û standinan "di bin agir de" bikin ku ev tevliheviya rewşa siyasî û leşkerî nîşan dide.

‘OPERASYONÊN ÎSRAÎLÊ LI LUBNANÊ ÇAWA BANDORÊ LI AGIRBESTA DYA-ÎRANÊ DIKIN?’

Sky News Arabia bal kişand ser nêrînên şîrovekaran ku diyar dikin ku zêdebûna aloziya Îsraîlê li Lubnanê bandorê li ser berdewamiya agirbesta di navbera Washington û Tehranê de dike.

Malperê li ser zimanê David Wood ê analîstê Lubnanê yê li Koma Krîza Navneteweyî nivîsî ku pêşwaziya Lubnanê ya ji bo agirbestê nayê wê wateyê ku aramiya rastîn pêk hatiye û destnîşan kir ku koka pevçûnê hîn jî heye.

(k)