Rûsya: Di êrişa Ukranyayê de 6 kes hatin kuştin

Li gorî rayedarên Rûsyayê, di dronên Ukraynayê ya li ser seyrangeha Gelendzhik a Rûsyayê de, 3 jê zarok 6 kes hatin kuştin û nêzîkî 40 kesên din jî birîndar bûn.

Rûsya: Di êrişa Ukranyayê de 6 kes hatin kuştin
3 tebax, 2026   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Rûsyayê ragihand ku di êrişa dronên Ukraynayê ya li ser seyrangeha Gelendzhik a Deryaya Reş de, 3 jê zarok 6 kes hatin kuştin û nêzîkî 40 kesên din jî birîndar bûn.

Rayedarê herêma Krasnodar Veniamin Kondratyev bi rêya Telegramê got êriş li dijî  sivîlan hat kirin û wekî "trajediyek" bi nav kir.  Her wiha da zanîn kuk 17 birîndar rakirin nexweşxaneyê û tîmeke tibî ya pispor ji bo cihê teqînê yê li gundê geştiyarî Arkhip-Osipovka hat şandin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova Ukrayna bi "terorîzmê" tawanbar kir.

ji Kîevê têkildarî êrişê tu daxuyanî neda.

(f)