Hengaw: Di Tîrmehê de 67 kes hatin bidarvekirin

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, rejîma Îranê di Tîrmehê de 9 jê girtiyên siyasî û 2 jin, bi giştî 67 kes bi darve kirin.

Hengaw: Di Tîrmehê de 67 kes hatin bidarvekirin
3 tebax, 2026   18:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw, rapora meha Tîrmehê ya bidarvekirinên li Îranê weşand.

Li gorî raporê, rejîma Îranê di Tîrmehê (2026) de 67 kes bi darve kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku ji kesên hatine bidarvekirin 9 kes girtiyên siyasî û 2 jî jin bûne.

Hate diyarkirin ku Setayish Mohammadpur a ji bajarê Cehrom a eyaleta Kohgiluyeh û Buyer Ehmed a li Girtîgeha Şîrazê dihat ragirtin  bidarvekirin. Her wiha hate zanîn ku Azam Geramî ya ji bajarê Yasujê ya girêdayî eyaleta Kohgiluyeh û Buyer Ehmed jî li Girtîgeha Yasujê hatin bidarvekirin.

Li gorî raporê, ciwanê Belûc ê 18 salî Meysem Irendeganî ku tê îdiakirin di 16 salî xwe de sûcek kiriye jî hat bidarvekirin. Di raporê de wiha hate gotin: “Ji 67 bidarvekirinên ku di meha Tîrmehê de hatine kirin, tenê 8 kes anku ji sedî 12’ê wan ji aliyê rayedarên fermî yên Îranî an jî dezgehên medyayê yên girêdayî dadweriyê ve bi eşkereyî hatin ragihandin. 7 girtî bêyî agahiya malbata xwe û bikaranîna mafê hevdîtina dawîn bi awayekî veşartî hatin bidarvekirin û 2 girtî jî ji raya giştî re vekirî hatin bidarvekirin.

Meha borî, kesên di xwepêşandanên meha Çile û şoreşa 'Jin, jiyan, azadî' de hatin binçavkirin jî di nav de herî kêm 9 girtiyên siyasî û olî, bi tohmetên ewlehiyê yên wekî 'muharebe (şerê li dijî Xwedê)', 'sîxurtî' û sûcên bi vî rengî hatin bidarvekirin. Ji kesên ku hatine bidarvekirin 22 Faris, 10 Kurd, 10 Azerî (Tirk), 6 Lor, 5 Belûç, 5 Gîlek, 2 Tirkmen, yek Ereb û yek jî Efganî bûn û nasnameya etnîkî ya 5 kesan jî nehat tesbîtkirin.