Endama Yekitiya Jinên Ermen: Bêyî beşdariya jinan Sûriyeya nû ava nabe

Endama Yekitiya Jinên Ermen Henaa El Hemade bal kişand ser dewlemendiya civaka Sûriyeyê û girîngiya beşdarkirina jinên Ermen di avakirina Sûriyeya nû de û got bêyî beşdariya jinan ne mimkun e Sûriyeya siberojê ava bibe.

Endama Yekitiya Jinên Ermen: Bêyî beşdariya jinan Sûriyeya nû ava nabe
4 tebax, 2026   02:35
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Endama Yekitiya Jinên Ermen Henaa El Hemade diyar kir ku jinên Ermen beşeke resen a pêkhateyên civaka Sûriyeyê ne.

Henaa El Hemade ji ajansa me re axivî û got: "Ji dema koçberiya Ermenan a ber bi Sûriyeyê ve, jinên Ermen roleke sereke di parastina hevgirtina civakê de lîst. Jinên Ermen berpirsyariya parastina zimanê ermenî hilgirt û veguhast nifşan. Her wiha mîrateya hunerî û pîşeyî parastin û bi rêya malbat û dibistanan derbasî nifşan kirin. Di heman demê de jiyana civakî ya di nava kampan de bi rêxistin kirin. Paşê kamp veguherandin kombûnên niştecihan, navendên tenduristî û perwerdeyê li gelek bajaran wekî Keseb, Heleb, Qamişlo û Şamê."

Henaa El Hemade îşaret pê kir ku rola jinên Ermen di qadekê tenê de sînordar nebû, lê bûn mamoste, bijîşk û hemşîre, di avakirina û pêşxistina saziyên perwerde û tenduristiyê de beşdar bûn, her wiha rola wan di komeleyên xêrxwaziyê de wekî Komeleya Ermenî (HOM) de sereke bû. Di heman demê de cihê xwe di meclisên civakî de digirin û ji bo alîkariya bi sêwî û malbatên hewcedar û pêşxistina jinên ciwan de pêşengiya pêngavan kirin.

Henaa di dewama axaftina xwe de da zanîn ku jinên Ermen mîna tevahî jinên sûriyeyî di salên pevçûnan de zehmetiyên koçberî, bêaramî û mercên aborî yên giran kişandin.

Henaa El Hemade destnîşan kir ku jinên Ermen wekheviyê di mafên sivîl û siyasî de dixwazin û dixwazin qanûnên ku li pêşiya beşdariya wan a çalak dibin asteng ji holê werin rakirin. Her wiha anî ziman ku jinên Ermen nêrîna xwe li ser dewleta Sûriyeya siberojê pêşkêş dikin.

Henaa têkildarî avabûna Yekitiya Jinên Ermen got, ev yekitî di çarçoveya yekkirina hewldanên jinên Ermen û xurtkirina rola wan a civakî û siyasî hatiye avakirin.

Henaa bal kişand ser girîngiya parastina mafên jinan û pêkanîna edaleta civakî di destûra nû ya Sûriyeyê de, sepandina rêgeza hemwelatîbûn û wekheviya di navbera hemû pêkhateyên civakê de bêyî cudabûna etnîkî an olî.

Henaa di nava axaftina xwe de anî ziman ku divê çanda efûkirin û jiyana aştiyane were xurtkirin û dewlemendiya civaka Sûriyeyê were parastin.

Henaa bi lêv kir ku jinên Ermen dixwazin beşdarî avakirina Sûriyeyeke nû  ya aram bibin û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Beşdariya jinan di navendên biryardanê de gaveke sereke ber bi avakirina siberojeke hevbeş a li ser bingeha tevkariya nîştimanî ve ye."

Endama Yekitiya Jinên Ermen Henaa El Hemade da zanîn ku tevahî jinên Sûriyeyê xwedî hêz û îrade ne ku dikarin beşdarî jiyana siyasî, navendên biryarê û avakirina Sûriyeya siberojê bibin.

(bb)

ANHA