Rûsya bi dijwarî li Ukraynayê da: 4 kuştî

Kîevê ragihand ku di êrişên Rûsyayê de 4 kes hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Rûsya bi dijwarî li Ukraynayê da: 4 kuştî
20 îlon, 2025   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku Rûsyayê vê sibehê 40 mûşek û nêzîkî 580 dron avêtine Ukraynayê, di encamê de 4 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Zelensky der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Zelensky da zanîn ku êriş dijwar bû û got: "Her êrişeke bi vî rengî ne gerek e ku leşkerî be, lê belê stratejiyeke bi zanebûn a Rûsyayê ye ku armanc jê tirsandina sivîlan û rûxandina tesîsên me yên bingehîn e."

Serokê Ukraynayê bang li hevalbendên Kîevê kir ku pergalên parastina hewayî yên ji bo Ukraynayê û cezayên li ser Rûsyayê zêdetir bikin.

Serokê rêveberiya leşkerî ya herêma Dnipropetrovsk a li rojhilatê Ukraynayê Sergei Lysak demek berê daxuyaniyek li ser Telegramê weşand û got herêma Dnepropetrovsk careke din bûye hedefa êrişeke mezin. Lysak destnîşan kir ku di encama êrişê de kesek hat kuşin, 26 kes jî birîndar bûne.

(bb)