6 hezar sûriyeyî dê ji DYA’yê werin dersînorkirin

DYA’yê 60 roj muhlet daye welatiyên Sûriyeyê yên sûdê ji bernameya “Rewşa Parastina Demkî" werdigirin ku vegerin welatê xwe.

6 hezar sûriyeyî dê ji DYA’yê werin dersînorkirin
20 îlon, 2025   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Ewlekariya Hundirîn a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku bernameya “Rewşa Parastina Demkî" ya taybet ji bo welatiyên Sûriyeyê dê di demeke nêzîk de bi dawî bibe.

Wezaretê diyar kir ku bi rêya bernameya “Rewşa Parastina Demkî" destûr hatibû dayîn ku nêzî 6 hezar sûriyeyî li DYA’yê bixebitin. Her wiha destnîşan kir ku daxwaznameyên tevlêbûna bernameyê yên derdora hezar sûriyeyiyên din ji Tebaxa borî ve hatine rawestandin.

Wezaretê 60 roj da sûriyeyiyên di bernameya “Rewşa Parastina Demkî" de qeydkirî da ku vegerin Sûriyeyê. Wezaretê diyar kir ku dê vegera ewle mîsoger bike, bilêteke balafirê bê pere, hezar dolar û tevî derfetên koçberiya qanûnî di siberojê de bo DYA’yê, pêşkêşî wan bike.

Cîgira wezîra ewlekariya hundirîn Tricia McLaughlin di civînek çapemeniyê de got: "Rewşa Sûriyeyê ku nêzî 20 salan wekî navendeke terorîzm û tundrawiyê bû, êdî rê li ber vegera welatiyên wê bo malên xwe nagire.”

Tricia McLagunghlin destnîşan kir ku li gorî biryarê her welatiyek Sûriyeyê ku di bernameya “Rewşa Parastina Demkî” de qeydkirî ye, eger di nava 60 rojan de amadekariyên derketina bi dilxwazî ya ji DYA’yê ​​​​neke, dê were girtin, dersînorkirin û destûr nayê dayîn ku vegere DYA’yê.

Bernameya “Rewşa Parastina Demkî” cara yekem di sala 2012’an de ji Sûriyeyê re dest pê kiribû, piştre gelek carên din hat dirêjkirin. Bername rê dide bi hezaran welatiyên Sûriyeyê yên ji ber şer û aloziyan reviyane, li DYA’yê bijîn û bixebitin.

(bb)