Rûspiyên Minbicê: Êriş israra me ya hevgirtinê zêde dikin

Rûspiyên êlên kantona Minbicê destnîşan kir ku li hember sûcên dewleta Tirk israra wan a ji bo pêkanîna projeya xwe ya demokratîk zêde dibe û diyar kir ku dev ji hêzên xwe yên leşkerî bernadin.

Rûspiyên Minbicê: Êriş israra me ya hevgirtinê zêde dikin
27 kanûn, 2023   15:28
MINBIC

Rûspiyên êlên kantona Minbicê daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê, nexweşxane û navendên stratejîk şermezar kirin.

Rûspiyê êla El Demalxe Ebdulcebar El Elî li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokraîk a Minbicê daxuyanî xwend. Rûspî û endamên Meclisa Rûspiyan a kantona Minbicê tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sûcên dewleta Tirk, sûcên li dijî mirovahiyê ne ku li pêş çavê civata navneteweyî û hêzên garantor; Rûsya û Amerîkayê li dijî herêmê pêk tîne.

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û bang li civata navneteweyî û hêzên di dosyaya Sûriyeyê de garantor hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên mirovî, exlaqî û qanûnî bînin cih.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em gelê herêmê bi rêveberî, rûspî û şêniyên xwe ve hevgirtî ne. Piştgriya hêzên xwe yên QSD`ê dikin. Sûcên ku tên kirin, israra me ya berdewamkirina projeya me ya demokratîk zêde dike."

(şx)

ANHA