Rojnameyên erebî: Şerê Xezayê lezê dide aştiya li Yemenê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişandin ser hewldanên Erebistana Siûdiyê ji bo bidawîkirina şerê li Yemenê û rewşa Urdinê.

Rojnameyên erebî: Şerê Xezayê lezê dide aştiya li Yemenê
27 cotmeh, 2023   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî rewşa Erebistana Siûdiyê nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat gotin: “Eger şerê li Xezayê gur bibe û veguhere şerekî herêmî ku Hizbullah, Hûsî û Îranê li kêleka Hemasê, Amerîka jî li kêleka Îsraîlê beşdarê bibin, dê Siûdiyê nikaribe bêalî bimîne. Ji lew re lezê dide pêkanîna aştiyê li Yemenê.”

'URDIN DI NAVA XELEKA XEMAN A BÊDAWÎ DE YE : SÛRIYE, FILISTÎN Û IRAQ'

Rojnameya El Quds El Erebî jî cih da rewşa Urdinê û mîna ku di nava xeleka xem û pirsgirêkan de ye pênase kir. Li gorî nûçeya rojnameyê, ev 4 sal in Urdinê hemû hêza xwe ya ewlehiyê li ser sînorên bi Sûriyeyê re seferber kiriye da ku rê li bazirganiya hişbirê bigire, herêma Exwar a Urdinê ya li ser sînorên bi Filistînê re jî herêmeke aloz e, li kêleka wê jî êdî li ser sînorê bi Iraqê jî ji ber sewqiyatên hêzên Iraqê tevgera kamyonan tê astengkirin û alozî derdikeve.

(c)