Rojnameyên erebî: Rûsya çavdêriya guhertina saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê dike

Rojnameyên erebî îro di weşanên xwe de cih da guhertinên di saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê de çêdibin, nakokiya Pakistan û Îranê, aloziya di navbera Til Evîv û Washingtonê de.

Rojnameyên erebî: Rûsya çavdêriya guhertina saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê dike
19 ÇILE, 2024   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî kar û barên Sûriyeyê, rojnameya El Erebî El Cedîd nûçeyeke bi sernavê "Guhertinên di saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê de; Elî Memlûk jê dûr e" weşand.

Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku Beşar El Esed bi çavdêriya Rûsyayê di saziyên ewlehiyê de gelek guhertin çêkirin, efserên di lîsteyên cezayan ên Ewropa û Amerîkayê de ne û erkdar kirin, her wiha serokê nivîsgeha ewlehiyê Elî Memlûk guhert.

Li gorî rojnameyê, efserekî ji hikumeta Şamê qetiye yê bi navê Yusif Hemûd got Rûsya Memlûk ji erkeke siyasî re amade dike û Moskov ji gelek mehan ve saziyên ewlehiyê ji nû ve sazûman dike, ji bo ku wan girêdayî saziyekê bike û pê kontrol bike.

‘PIŞTÎ KU PAKISTAN KETE LÎSTIKÊ RÊGEZÊN TIRSANDINÊ YÊN ÎRANÊ GUHERÎN’

Der barê nakokiya di navbera Pakistan û Îranê de, rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir ku bersiva bilez a Pakistanê diyar dike ku Îslamabad jî kete lîstikê û "dê rêgezên tirsandinê yên Îranê" li herêmê biguherîne.

Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku tevgera bihêz a Îslamabadê nîşan dide ku artêşa Pakistanê xwedî biryar e di dozên mezin de, dibe ku bêyî destûra serokê hikumetê Enwar Elheq Kaker be jî, dibe ku haya serok Arfi Elewî pê hebe. Bi nêrîna rojnameyê, bersiva bilez, ji bo ku teqez bibe Pakistan di dozên ewlehiya navneteweyî de bazaran nake, welat amade ye ji bo Keşmîrê û yekitiya Pakistanê li hember Hindistanê bisekine û li hember êrişa Îranê jî bê deng namîne.

‘NAKOKIYÊN AMERÎKA Û ÎSRAÎLÊ YÊN DER BARÊ QONAXA PIŞTÎ ŞERÊ XEZAYÊ DE’

Rojnameya El Quds El Erebî destnîşan kir ku nakokiyên kûr ên di navbera Amerîka û Îsraîlê de yên der barê qonaxa piştî şerê Xezayê û avabûna dewleta Filistînê de, careke din derketin pêş. Washington misogeriya ewlehiya Îsraîlê di siberojê de, di avabûna dewleta Filistînê de dibîne.

Berdevkê Meclisa Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby der barê daxuyaniyên serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de gotibû: “Xuya ye ku em mijaran bi awayekî din dibînin.”

Netanyahu gotibû divê hemû deverên rojavayê çemê Urdunê di bin kontrola Îsraîlê de bin. Ev jî merceke girîng a li dijî serweriya Filistînê ye û destnîşan kir ku wî ev yek bi awayekî rasterast ji Amerîkayê re gotiye.

Ev nakokiyên di navbera Washington û Îsraîlê de ne nû ne, lê belê careke din derketine pêş, hemwextî zextên Amerîkayê yên li ser Îsraîlê yên têkildarî şerê Xezayê û qonaxa piştî şer.

(şx-mh)