Rojnameyên erebî: Li Iraqê hevdîtinên biguman ên MÎT’a Tirk

Tevgerên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker li Iraqê, geşedanên şerê li Xezayê û hilbijartinên Amerîkayê rojeva rojnameyên erebî bûn.

Rojnameyên erebî: Li Iraqê hevdîtinên biguman ên MÎT’a Tirk
24 ÇILE, 2024   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî tevgerên dewleta Tirk ên li Iraqê rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê “Hevdîtinên biguman ên serokê îstixbarata Tirk (MÎT) li gel rayedarên siyasî yên iraqî" nivisî. 

Di nûçeyê de rojnameyê destnîşan kiriye ku serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin li gel rayedaryên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê civiyaye, lê sedem û armanca serdanê aşkera nekirin, tenê daxuyand ku civîn di çarçoveya pêşxistina têkiliyên dualî yan jî nîqaşkirina geşedanên ewlehiyê yên li herêmê de, nemaze şerê li Xezayê û encamên wê yên xetere, li dar ketiye.

Lê belê rojnameyê diyar kir ku firhekirina daîreya hevdîtinan û lidarxistina civînan bi kesayetên siyasî yên girîng ên li Iraqê re, gelek pirsnîşanan têkildarî erka Kalin derxistin pêş; gelo bi sifeta serokê îstixbaratê yan jî wek şandeyekî taybet ê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hatiye Iraqê û gelo naveroka nameya ragihandiye Iraqê çi ye?

Rojnameyê bi bîr xist ku 40 sal e Tirkiye bêyî koordîneyê bi desthilata Iraqê re bike, baregehên sabît li axa Iraqê ava kirin, serdestiya welêt binpê dike, lê belê li hember wê jî ji aliyê hikumeta Iraqê ve tu tedbîrên cidî nayên girtin.

HEWLDAN Û NAVBEYNKARÎ JI BO AGIRBESTÊ LI XEZAYÊ

Der barê geşedanên di navbera Îsraîl û Hemasê de, rojnameya The Independent Arab nûçeyek parve kir.

Di nûçeyê de rojnameyê agahiyên xwe spartin 3 çavkaniyan û diyar kir ku Îsraîl û tevgera Hemasê li hev kir ku agirbestek heta mehekê pêk were û dîlgirtiyên Îsraîlê bi girtiyên filistînî bên guhertin.

Reutersê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, ji ber nakokiyên di navbera her du aliyan de têkildarî bidawîkirina şer, pêşniyarkirina planê dereng maye.

Li gorî rojnameyê navbeynkariya ku Qeter, Washington û Misirê di çend hefteyên borî de bi rê ve biriye, girîngiyê dide rêgeza gav bi gav a serbestberdana beşên cuda yên dîlgirtiyên Îsraîlê, ji sivîlan bigire heta bigihêje leşkeran û li beramber wê şer radiweste û girtiyên filistînî serbest tên berdan û alîkariyên din derbasî Xezayê dibin.

‘TRUMP DI PÊŞHILBIJARTINAN DE LI NEW HAMPSHIRE BI SER DIKEVE’

Girêdayî hilbijartinên Amerîkayê rojnameya El Şerq El Ewsat nûçeyek nivisî. Di nûçeyê de rojnameyê da zanîn ku li gorî pêşbînên hin dezgehên çapemeniyê yên Amerîkayê Donald Trump di pêşhilbijartinên Partiya Komarparêz de li wîleyata New Hampshire li hember balyoza berê ya NY`yê Nikki Haley bi ser ketiye.

Rojnameyê destnîşan kir ku ji bo Trump ev serkeftina duyemîn e ku hefteya borî di pêşhilbijartinan de li wîleyata Iowa jî bi ser ket, bi vê yekê bilêta berbijêriyê ji bo hilbijartinên serokatiyê bi dest xist ku dê Mijdara bê li dar bikevin.

(şx)