Rojnameyên erebî: Li Filistînê hewldanên avakirina hikumeteke nû

Rojnameyên erebî vê sibê cih da têkiliyên Rûsya û Îranê, rewşa li Filistînê û geşedanên li Lubnanê.

Rojnameyên erebî: Li Filistînê hewldanên avakirina hikumeteke nû
28 sibat, 2024   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî hevalbendiya Îran û Rûsyayê nûçeyek bi sernavê "Nêzîkbûneke balkêş di navbera Îran û Rûsyayê de" nivisî û diyar kir ku ev hevalbendî li hemberî hegemonyaya rojavayiyan e û di çarçoveya lihevkirina stratejîk de ji destpêka salê ve bazirganî di sektora çekan û teknolojiya parastinê de zêde kirine.

HIKUMETEKE NÛ YA FILISTÎNÊ

Tora El Hura di nûçeya xwe de diyar kir ku balyozê Filistînê yê li Brîtanyayê Husam Zemelet aşkera kiriye ku Qeter û Misirê pêşniyara avakirina hikumeteke nû ya teknokrat a Filistînê kiriye û dan û standin di navbera komên siyasî yên Filistînê de berdewam in. Torê da zanîn ku di nav komên siyasî de tevgera Hemasê heye ku li DYA û dewletên din, wek rêxistineke terorîst hatiye sinifandin.

BANGA AMERÎKAYÊ JI BO KU LI LUBNANÊ ŞER DERNEKEVE

Rojnameya The Independent behsa banga DYA`yê kir ku çareseriyek ji aloziya ya li Lubnanê re bê dîtin, piştî ku Îsraîlê gef xwar ku dê şerê Hizbullahê bike heta ku agirbest li Xezayê jî pêk were.

Li gorî rojnameyê berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller gotiye: "Em naxwazin tu aliyek li bakur şer gur bike."

(şx)