Rojnameyên erebî: Hêzên navneteweyî li hember normalîzekirina bi Esed re bê bertek in

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da rewşa Sûriyeyê, mijara naskirina dewleta Filistînê û peymana Erebistana Siûdî-DYA’yê.

Rojnameyên erebî: Hêzên navneteweyî li hember normalîzekirina bi Esed re bê bertek in
23 gulan, 2024   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rojeva Sûriyeyê de rojnameya El Erebî El Cedîd nûçeyek bi sernavê “Nîşaneyên bêbertekbûna hêzên navneteweyî li hember normalîzekirina bi rejîma Sûriyeyê re” weşand. 

Hate diyarkirin ku di demên dawîn de gelek nîşaneyên bêbertekbûna hêzên navneteweyî li hember normalîzekirina têkiliyên bi hikumeta Şamê re derketine holê. Hat bibîrxistin ku rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya bi serokatiya Jeo Biden pêşnûmeya li dijî “normalîzekirina têkiliyan a bi rejîma Sûriyeyê re” asteng kir.

Her wiha hat bibîrxistin ku îtîrazek li ser biryara dadgeriya Fransayê ya girtina Esed derket. Biryar di havîna 2013’an de ji ber ku destê wî di bikaranîna çekên kîmyewî de (komkujiya Xuta Şerqiye ya li Şamê) heye, hatibû dayîn.

Li gorî rojnameyê, baweriyek heye ku êdî li ser asta navneteweyî nermbûnek li hemberî Esed çêbe, nemaze ku ji êrişên Îsraîlê yên li Xezayê ve beşdarî tu êrişan nebûye û li ser sînor rasterast tu hemleyên leşkerî nekirine.

‘WELATÊN EWROPAYÊ TABOYA NASKIRINA DEWLETA FILISTÎNÊ DIŞIKÎNIN’

Norveç, Îrlanda û Spanyayê duh bi awayekî fermî biryar da ku Filistînê wek dewlet qebûl bikin. Der barê vê mijarê de rojnameya El Ereb nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku her sê dewletan taboya rojavayiyan ku bi dehan salan dewam kir, şikand. Rojnameyê ev biryar wek "Piştevaniya ji bo filistîniyên êşa şer dikişînin” nirxand û hate destnîşankirin ku biryar encama hewldanên siyasî yên serok Mehmûd Ebas û teqdîrkirina "qehremaniya Hemasê" nîn in.

Li gorî nûçeyê "Çavdêr texmîn dikin ku biryara naskirina dewleta Filistînê ya ji aliyê her sê dewletan ve bibe destpêkek ku dewletên din jî Filistînê wek dewlet nas bikin, pê re dawî li şer were, rêbazên rêvebirina rewşa Xezayê werin nîqaşkirin. Her wiha hewldan hebin ku piştî pêvajoya şer forma radestkirina desthilatê bo Filistînê were dîtin û di dawiyê de Filistîn di aliyê herêmî û navneteweyî de were naskirin.”

‘BLINKEN: PIŞTÎ ÇEND HEFTEYAN PEYMANA SIÛDÎ-DYA’YÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat behsa rêkeftina Erebistana Siûdî-Amerîkayê kir û hate gotin: "Wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken duh (Çarşemê) ragihandibû ku DYA û Erebistana Siûdî gelek nêzîk bûne ku peymaneke parastin, nukleerî û sivîl bibin serî.

Rojnameyê cih da nirxandinên lêkolînerê Meclisa Têkiliyên Derve ya DYA’yê Stephen Cook ku dibêje "Ev peyam dê têkiliyên her du welatan xurt bike. Her wiha dê têkiliyên Erebistana Siûdî bi Çînê re baştir bike û peyameke bihêz ji îraniyan re bişîne.”

(bb)