Artêşa dagirker 10 gundên Minbicê dan ber topan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 10 gundên Minbicê topbaran kirin.

Artêşa dagirker 10 gundên Minbicê dan ber topan
23 gulan, 2024   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantonê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên gundên kantonê yên tije niştecih bi çekên giran topbaran kirin. Topbaran saet 00.00’an dest pê kir û heta vê sibehê dewam kir.

Gundê Cat, Ewn Dadat û Toxar ên bakurê rojhilatê Minbicê bi 24 guleyên hawn û obîsan hatin topbarankirin.

Gundê Dendeniyê bi 8 guleyên hawn û obîsan, gundê Seyada bi 59 guleyan û gundê Yanlî bi 10 guleyan hatin hedefkirin. Her wiha gundên Kawiklî, Qert Wêran û Erîme bi 64 guleyên hawn û obîsan û gundê Cib Mexzûm ê rojavayê kantonê bi 7 guleyên hawn  û obîsan hatin topbarankirin."

(bb)

ANHA