Rojnameyên erebî: Heleb ezmûna herî xeternak ji bo Esed e

Rojnameyên erebî bûyerên li Helebê wekî ezmûna herî xeternat ji bo hikumeta Şamê bi nav kir. Rojnameyan helwesta sar a Rûsya ya li hember êrişên li ser Helebê bi nakokiyên taktîkî yên navbera Şam û Moskovê ve girêda.

Rojnameyên erebî: Heleb ezmûna herî xeternak ji bo Esed e
30 mijdar, 2024   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Geşedanên li Helebê, bandorên wê û helwesta Rûsya ji van geşedanan rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

ˈPIŞTÎ 5 SALÊN ARAMIYÊ HELEB EZMÛNA HERÎ XETERNAK JI BO ESED Eˈ

Rojnameya El Ereb destnîşan kir ku êrişa çeteyan a li ser Helebê bi baldarî hatiye plankirin û ev nirxandin kir "Armanc jê ew e ku bala hêzên rojavayî û Îsraîlê bikişîne ser. Diyar e ku Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe li pey vê êrişê ye. Tirkiye li aliyekî dixwaze zextê li Esed bike ji bo normalîzekirinê pê re qebûl bike. Ya herî girîng ew e ku Tirkiye sûdê ji kêmkirina bandora Îranê werbigire ku wekî hevrikekî herêmî yê bi hêz e. Di heman demê de Enqere dixwaze teqez bike ku ew her timî hevalbendê hêzên rojavayî û berjewendiyên wan e. Ev jî bêdengiya serokkomarê Tirkiyê Receb Teyyîp Erdogan der barê êrişê de şîrove dike, ku ew bi xwe her roj ber darê her dosyayeke biçûk de jî dipeyve."

ˈŞERÊ JI NIŞKA VÊ YÊ LI HELEBÊ REWŞ TEV LI HEV KIRˈ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî der barê heman mijarê de diyar kir ku Tirkiye dibîne ku hikumeta Beşar Esed ji ber nezelaliya siberoja hebûna Îran a li Sûriyeyê li pêşberî rewşeke pir zehmet e. Hate diyarkirin ku Tirkiye dixwaze peyamê dide Şam û Moskova da ku dest ji hewldanên xwe yên leşkerî yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê berdin. Rojnameyê destnîşan kir ku şerê li Helebê Şam matmayî kir û kaxezên xwecihî û herêmî tevlîhev kirin.

ˈÊRIŞA LI HELEB Û SARBÛNA HELWESTA RÛSYAYÊˈ

Tora El Hura jî li ser helwesta sar a Rûsya ya li der barê êrişa li ser Helebê de cih daye nirxandinên şîrovekarê siyasî yê rûsî Dîmîtrî Brega. Hate gotin, li gorî Breng, "sarbûna  helwesta Rûsya krîza siyasî ya li Sûriyê nîşan dide ku Moskov hewl dide bi rêbazên siyasî çareser bike."

Her wiha hate diyarkirin ku li gorî siyasetmedar  Ramî El Şair ê li Moskova dimîne, sarbûna Rûsyayê encamên nakokiyên di navbera Moskov û Şamê de ye. El Şair diyar kir ku  derengmayîna Şamê di bersivdana însiyatîfên çareserî û aramkirinê de sedema nakokiyên Rûsya û Şamê ne.

(bb)