Der barê 9 siyasetmedar û sendîkavan de biryara girtinê

Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag û Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar jî di nav de 9 kes hatin girtin.

Der barê 9 siyasetmedar û sendîkavan de biryara girtinê
30 mijdar, 2024   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya lêpirsîna bi navenda xwe Enqere de siyasetmedarîparêzer û parêzvanên mafên mirovan hatin binçavkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê kesên hatin binçavkirin sewqî dadgeriyê hatin kirin. Dadgeriyê der barê Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag, Hevşaredarê Şaredariya Peyasê Cengîz Dundar, ji avakarên ÎHD'ê Nîmet Tanrikûlû, Serokê Genel-Îşê Remzî Çalişkan, Serokê Şaxa Sendikaya Genel-Îşê ya Mêrsînê Kemal Göksoy, Halef Carûş, Ecevit Odabaşi, Nusret Akin û Serdan Ekîngen de biryara girtinê da.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem Şîar Rişvanoglû, Erdal Guzel, Farûk Ayhan û Recep Şimşek jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.