Rojnameyên erebî: Eqîle Salih alîkariyê ji Tirkiyeyê dixwaze

Rojnameyên erebî vê sibê behsa rewşa Lîbyayê, geşedanên li Xezayê û kar û barên Amerîkayê kir.

Rojnameyên erebî: Eqîle Salih alîkariyê ji Tirkiyeyê dixwaze
14 kanûn, 2023   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

‘AQÎLE SALIH LI TIRKIYEYÊ YE DA KU ERDOGAN ÎQNA BIKE PIŞTGIRIYA EL DEBÎBE RAWESTÎNE’

Rojnameya El Ereb der barê rojeva Lîbyayê de nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku avakirina hikumeteke nû li Lîbyayê, rojeva serdana serokê Meclisa Nûneran a Lîbyayê Aqîla Salih a ji Tirkiyeyê re bû. Rojnameyê destnîşan kir ku Salih dizane heta piştgiriya hikumeta El Wehda bê kirin, nikare wê ji qada siyasî ya welêt dûr bixe.

Li gorî rojnameyê Aqîle Salih çûye Enqereyê da ku rêveberiya Tirkiyeyê îqna bike ku dev ji piştgiriya Wehda El Wataniye berde.

‘GELO ÎSRAÎL BI RASTÎ DIKARE TUNELAN TIJÎ AV BIKE?’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî geşedanên li Xezayê nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de rojnameyê îşaret pê kir ku heta niha hîna zelal nebûya bê ka artêşa Îsraîlê bi rastî ava Deryaya Spî derbasî pergala tunelan a tevgera Hemasê ya li Xezayê kiriye. Lê belê li gorî rojnameyê herî kêm dikarin piştrast bibin ku ev gav heke pêk were, dê di çarçoveyeke teng de be. Ev gav ku hîna di pêvajoya pêşîn de ye, yek ji teknolojiyên Îsraîlê ye ji bo ku pergala tunelan a Hemasê tune bike.

‘KONGRE JI BO DÛRXISTINA BIDEN JI KAR DESTPÊKIRINA LÊPIRSÎNEKÊ ERÊ DIKE’

Tora El Hura destnîşan kir ku kurê Joe Biden Hunter Biden daxwaza Kongreyê ji bo ku li Capitol Hill şahidiya xwe bide, red kir. Piştî wê Kongreyê bi piraniyeke kêm, destpêkirina lêpirsînekê ji bo dûrxistina Biden ji serokatiya welêt, erê kir. Vê yekê aloziya di navbera Kongre û Komarparêzan de gurtir kir. Li aliyekî din nûnerên Partiya Komarparêz, agahî bi dest xistin ku Biden beriya bibe serokê welêt, hin caran bi şirîkên kurê xwe yên bazirgan re civiyaye. Lê belê heta niha têkildarî mijarê tu delîl bi dest nexistine.

(şx)