Rojnamevanên jin li hemberî êrişan banga xurtkirina têkoşînê kir

Rojnamevanên jin diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li dijî rojnamevanên jin dixwaze wan bê deng bike lê li hemberî êrişan tê dikoşin û dê li ser şopa hevalên xwe rastiya dagirkeriyê derxin holê.

Rojnamevanên jin li hemberî êrişan banga xurtkirina têkoşînê kir
25 tebax 2024   02:35
QAMIŞLO

Der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li Silêmaniyê de ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn, rojnamevanên jin ji ajansa me re axivîn.

Rojnamevan û pêşkêşa Ronahî TV’yê Hebûn Omer diyar kir ku ev ne cara yekemîn e êrişeke bi vî awayî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî rojnamevanên jin tê kirin û got: “Derxistina rastiyê bi dîtin û pênûsa jinan li ser xwe xeternak dibînin.”

Hebûn Omer da zanîn ku ji bo ku êrişên ku dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê pêk tîne neyên şopandin û rastiya wan a dernekeve holê, rojnamevanan hedef digirin û wiha dom kir: “Dema dewleta Tirk bixwaze dagirkeriya xwe li herêmekê berfireh bike berê xwe dide hedefgirtina rojnamevanan.”

Hebûn Omer destnîşan kir ku ew rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bê deng namînin, ew ê her di xeta çapemaniya azad de xebata xwe bidomînin.

Rojnamevan û pêşkêşa Jin TV’yê Jiyan Xelîl jî hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker ji rojnamevanan re şermezar kir û bal kişand ku êriş li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk hatiye, lê rayedarên wê herêmê tu helwest li dijî wê nîşan nedaye.

Jiyan Xelîl got êrişên dewleta Tirk a dagirker nayên qebûlkirin, divê tu alî jî qebûl nekin û bang li aliyên peywendîdar kir ku rê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan bigirin.

(sb)

ANHA