‘Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em ji nêrîna teng a civakî ber bi guhertina civakê ve birin’

Jinên ji kantona Firatê diyar kir ku di rizgarkirina jinan de ramanên Rêber Abdullah Ocalan roleke mezin lîstiye û ew ji nêrîna teng a civakê xilas kirin û rê li pêş vekir ku pêşengiya civakê bikin.

‘Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em ji nêrîna teng a civakî ber bi guhertina civakê ve birin’
25 tebax, 2024   03:40
EYN ÎSA

Şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji jinên herêmê re bû hêvî. Ji lew re gelek jinan piştî naskirina feslefeya Rêber Abdullah Ocalan li dora wê kom bûn, bi rêya birêxistinkirina gelek çalakiyan piştgirî û destek dan şoreşê.

Temmam El Ewde a ji Eyn Îsayê têkildarî mijarê got: "Rizgarkirina jinan tê wateya rizgarkirina wê ji zîhniyeta baviksalar e. Rêber Abdullah Ocalan di ramanên xwe de teqezî bi vê yekê kiriye. Wî girîngiyeke mezin daye şoreşa jinan û kiriye bingeha guherina civakê."

Temmam wiha domand: "Pêwîstiya jinên Ereb bi vê felsefeyê heye, ji bo ku hişmendiya civakê biguherin. Em rûbirûyî şerê man û nemanê, pêlên mêtingeriyê, dagirkeriyê û şerê li dijî şoreşê û vîna me ne."

Temmam endameke Gerînendetiya Çandiniyê ye ku berê tenê ya mêran bû û diyar kir ku ew ê ji civakê re xizmetê bike.

Sena El Ewad jî got: "Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, di rizgarkirina jinan ji paşguhkirinê de roleke mezin lîst. Jin, cihê xwe di qadên siyasî û leşkerî de girt. Rizgarkirina hişmendiyê divê rast be û ew jî bi rêya bidestxistina mafan û naskirina erkan e.”

Senayê diyar kir ku di pêşxistina civakê de nemaze piştî şoreşa Rojava, jinan roleke mezin lîst û cihê xwe di tevahî qadan de girt.

(şx)

ANHA