Rojnamevan Hesen Zaza ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hat binçavkirin

Endamê Meclisa Giştî ya YRA’ê û nûnerê Federasyona Navneteweyî ya Çapameniya Erebî li Sûriyeyê Hesen Zaza ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hat binçavkirin. YRA’yê xwest Hesen Zaza dimildest bê berdan.

Rojnamevan Hesen Zaza ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hat binçavkirin
27 hezîran, 2025   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên ewlehiya giştî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê endamê Meclisa Giştî ya yekitiyê û nûnerê Federasyona Navneteweyî ya Çapameniya Erebî li Sûriyeyê Hesen Zaza binçav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin mamoste, rojnamevan Hesen Zaza  ji mala wî hatiye binçavkirin û sewqî cihekî nediyar hatiye kirin. Hate destnîşankirin ku sedemên binçavkirina wî nehatine aşkerekirin.

YRA’ê binçavkirina rojnamevan Hesen Zaza şermezar kir, bang li aliyên têkildarî ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku Hesen Zaza dimildest serbest berde, berpirsyariyên xwe yên parastina rojnamevanan û dabînkirina jîngeheke guncaw û ewlehe ji bo xebata wan bi cih bîne.

YRA’ê di dawiyê de piştgiriya xwe bi hemû rojnamevanên ku rastî binpêkirin û tengaziyan tên, ragihand.

(bb)

ANHA