Fermandar Diyar Xerîb li ser gora xwe hat bibîranîn

Fermandarê Tevgera Azadî ya Kurdistanê Diyar Xerîb (Helmet) li ser gora xwe bi tevlîbûna sedan kesî bi merasîmeke heybet di salvegera şeşan a şehîdbûna xwe de hate bibîranîn.

Fermandar Diyar Xerîb li ser gora xwe hat bibîranîn
27 hezîran, 2025   22:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 6’an de Fermandarê Tevgera Azadî Helmet (Diyar Xerîb) li Binarê Qendîlê li Şehîdgeha Mihemed Karasungur li ser gora xwe bi tevlîbûna sedan kesî bi merasîmeke heybet hate bibîranîn.

Fermandar Helmet 26’ê Hezîrana 2019’an di encama êrişeke nemerd de li Qendîlê şehîd bibû.

Bi tevlîbûna malbat, malbatên şehîdan û sedan kesî Şehîd Fermandar Diyar Xerîb (Helmet) li ser gora xwe di salvegera 6’an de bi merasîmekê hate bibîranîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji aliyê Awaz Îsmaîl ve hate xwendin.

Di peyamê de hate gotin ku Şehîd Diyar Xerîb li Başûrê Kurdistanê pir hewldan da ku ji bo rewşenbîrkirina jin û ciwanan, her wiha girîngî da rêxistinkirina hêzan ji bo jiyaneke azad û demokrasî ya wekhev û ev hate gotin: “Di vê çarçoveyê de roleke mezin ya hevrê Helmet ji bo Başûr hebû. Ji ber vê yekê bû hedefa dagirkeran û hevkarên wan.

Hevrê Helmet heta dawî girêdayî Rêber Apo û dilsozê wî bû. Xwestiye hemû demê Rêber Apo fam bike, kar bike. Hemû demê bi hevrêyên jin re di nava xebatê û têkoşînê de bû. Bi xwezayê re yek û dilê kesê nedişkênand. Ji ber van taybetmendiyan cihê wî di dilê hemû kesê de bû.

Dibe şêwazê kar hatibe guherîn, lê em ê xebatên xwe yên li dijî dagirkeriyê tim bidomînin. Helwesta me ya li hemberî xwefiroşan nehatiye guherîn. Dîsa helwesta me ya li hemberî dagirkeriyê û jenosîdan nehatiye guherîn. Têkoşîna me ya li dijî xiyanetkaran wê dewam bike."

Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê Westa Îbrahîm axivî. Westa Îbrahîm di şexsê Şehîd Helmet de hemû şehîdên doza azadiya Kurdistanê bibîr anîn û got: “Ev tevger li ser xeta şehîdan mezin bûye. Şehîdan ji bo aştî û demokrasiyê canê xwe dan. Divê heta serketinê em ê hemû erkê dikeve ser milê me pêk bînin û li ser xeta şehîdan bimeşin."

Di dewama merasîmê de Hunermend Casimî Saz, Îbrahîm Reûf û Niyaz Ebdullah berhemên xwe pêşkêş kirin.

 Piştre hevrêyê Şehîd Helmet Ebûbekir Mecîd li ser kesayetî û têkoşîna şehîd axivî û got: “Dagirkeran wisa dizanî bi şehîdkirina Hevrê Helmet wê pêşiya berfirehbûna vê fikrê bigire, bi şehîdbûna her hevrêyek yê vê tevgerê têkoşîn mezintir dibe."

Di dewamê de Îbrahîm Ehmed diyariyek pêşkêşî dayîka Şehîd Helmet Sediye kir. Dayîka Şehîd Sediye ji ber xelatê spasiyên xwe pêşkêş kir û xêrhatina hemû mêhvan û welatiyên tevlî merasîmê bûyî kir.

Piştre li ser navê malbatê jî xwuşka Şehîd Helmet Helale Xerîb peyamek pêşkêş kir û got: “Tevgera Azadiya Kurdistanê ne tenê pêşiya xwestekên hêzên dagirker heman demê armanca hevkarên wan jî girt. Di kesayeta Diyar Xerîb de dîroka niha û siberojê bi dest xist, jiyana azad kire rastî û heqîqet."

Piştî axaftinan girse bi dirûşma ‘Şehîd Diyar Xerîb Namire’ û destegulan çûn ser gora şehîd Diyar Xerîb.

Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.