HRANA: Di êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de 1190 kes mirine

HRANA ragihand ku di êrişên Îsraîlê ya  navbera 13-24’ê Hezîranê ya li ser Îranê de bi kêmanî 1190 kes mirin û 4 hezar û 475 kes jî birîndar bûn.

HRANA: Di êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de 1190 kes mirine
27 hezîran, 2025   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora berfireh a ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA) ve hate parvekirin, di êrişên Îsraîlê ya navbera 13-24’ê Hezîranê ya li ser Îranê de bi kêmanî 1190 kes mirin û 4 hezar û 475 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora HRANA’yê di êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê de 436 sivîl hatine kuştin. Li gorî raporê di nava kuştiyan de 65 jî zarok û 49 jî jinin. Her wiha hê jî nasnameya 319 kesî jî nehatiye kifşkirin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku di pêvajoya şer de hêzên ewlekariyê yên Îranê li gelemperiya welat bi kêmanî 1500 kes jî binçavkiriye. Ev kes bi sûcên cuda bi taybet bi sûcên ‘sîxûrtiya ji bo Îsraîlê kirinê’ û ‘sorkirina civakê’ jî hene.

HRANA’yê ragihand ku ziyanên mezin ber jîngehên sivîlan ketine, gelek jîngehên sivîlan hatine hedefkirin. Li gorî raporê hiqûqa navneteweyî ya parastina sivîlan hatiye binpêkirin.