Rojname: Sûriye alternatîfeke zehmet a Hurmuzê ye, baskên Îranê li pêşberî ezmûnekê ne

Rojnameyan diyar kir ku daxuyaniyên Washingtonê yên li ser îhtîmala ku Sûriye bibe alternatîfa Tengava Hurmuzê, bi rastiyên li ser erdê re nakok e. Hate gotin, baskên herêmî yên Îranê xwe bi ceribandineke rastîn re rû bi rû dibînin. Li aliyekî din şansên gihaştina lihevkirineke berfireh li herêmê hîn jî sînordar in.

Rojname: Sûriye alternatîfeke zehmet a Hurmuzê ye, baskên Îranê li pêşberî ezmûnekê ne
28 adar, 2026   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan di hejmarên xwe yên vê sibehê de daxuyaniyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser îhtîmala ku Sûriye bibe alternatîfa Tengava Hurmuzê, rêgeha şerê Îranê û helwesta alîgirên wê yên herêmê nirxandin.

‘SÛRIYE WEK ALTERNATÎFEKE MUHTEMEL JI BO TENGAVA HURMUZÊ’

Rojnameya El Ereb cih da daxuyaniyên nûnerên DYA'yê yên li ser îhtîmala ku Sûriye bibe alternatîfa Tengava Hurmuzê û diyar kir ku "Ji ber girtina domdar a Tengava Hurmuzê û bandorên neyînî yên vê yekê li ser aboriya cîhanê, nûnerê DYA’yê Tom Barrack îhtîmala veguherandina Sûriyeyê wek navendeke stratejîk a veguhastina enerjiyê anî rojeva navneteweyî.”

Hate gotin, pêşniyara Barrack rû bi rûyî pirsgirêkên mezin ên li ser erdê ne û ev nirxandin kir: “Rewşa ewlehiyê ya xirab û binesaziya ku ji ber şer zirar dîtiye, pêkanîna projeyên mezin ên enerjiyê dijwar kiriye. Ji vê zêdetir berdewama hin cezayên navneteweyî li pêşiya fînansekirina projeyan dibin kelem. A dîtir, tevliheviyên jeopolîtîk û pirbûna aktorên li ser erdê li Sûriyeyê, gihaştina peymanên herêmî û navneteweyî yên ku dê pêkanîna her planeke stratejîk a vê pîvanê gengaz bikin, dijwartir dike. Têkiliyên bi hêzên herêmî yên cîran re, wekî Iraq, Tirkiye û Îranê, faktorên girîng dimînin ku dikarin çarenûsa her projeya veguhastina enerjiyê bi rêya axa Sûriyeyê diyar bikin. Di aliyê jeopolîtîk de, Sûriye di navenda toreke aloz a berjewendiyên nakok de ye. Ev yek dihêle ku her hewldanek ji bo avakirina korîdoreke stratejîk a enerjiyê hewcedarî lihevkirinên zelal ên li ser asta herêmî û navneteweyî be.”

‘LÎSTIKA DEMARAN DI NAVBERA WASHINGTON Û TEHRANÊ DE’

Der barê şerê li Îranê de rojnameya Independent Arabia wiha nivîsand: "Dîmenake tevlihev derdikeve hole, tê de aloziya leşkerî bi tevgerên dîplomatîk ên neragihandî di navbera DYA û Îranê de têkel dibe. Donald Trump ragihand ku di pêvajoya dan û standinan de pêşketin hene. Lê tevî ku dan û standin bi rêya navbeynkaran tên kirin, lê Tehran hebûna dan û standinan înkar dike.”

Rojnameyê, ev nakokî wek şêweyekî “dîplomasiya ku armanc dike pevçûnê bi rê ve bibe, ne ku wê çareser bike” pênase kir. Hate gotin, Washington hewl dide zexta leşkerî bike da ku destkeftiyên siyasî bi dest bixe, di heman demê de Îran hewl dide xwe ji qelsiyê dûr bixe.

Li gorî rojnameyê, li gel nebûna baweriyê, şansê gihaştina lihevkirineke sînordar xuya dike. Îhtîmala kêmbûna rageşiyê demkî û nazik e, dibe ku di her kêliyekê de hilweşe.

‘ALÎGIRÊN ÎRANÊ BI CERIBANDINEKÊ RE RÛ BI RÛ NE’

Rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: “Di şerekî de ku Tehran vê carê li eniyên pêş dimeşîne, bi taybetî piştî ku xebata wekîlên wê di encama pêşketinên li Sûriye û Xezayê de kêm bûye, alîgirên herêmî yên Îranê dikevin qonaxeke nû ku dibe çarenûs û rola wan di salên pêş de diyar bike.”

Hate gotin, xuya ye stratejiya Îranê li ser berfirehkirina qadên şer e, di heman demê de biryardana navendî li Tehranê bi asteke bêhempa diparêze.

Rojnameyê nivîsand: “Hizbullah bi çekên kêmtir û avaniyeke ku ji nû ve tê birêxistinkirin, di nav bingeheke qels a gel de şer dike. Di vê navberê de, hêzên Heşdî Şabiyê li Bexda, Hewlêr û welatên cîran berjewendiyên DYA’yê dikin hedef. Lê eger şer dewam bike, dibe ku ev tevger hevsengiya bersivdayînê biguherîne û bandora Îranê li Iraqê xurt bike.”

Rojnameyê diyar kir ku Heşdî Şabî di nava parçebûneke navxweyî ya îdeolojîk de êrişan didomîne. Hin ji wan ên ku di nav saziyên dewletê de dibînin ku şer zirarê dide berjewendiyên wan û bi vî rengî bandora bersivdayînê qels dike û gefê kêmtir hevgirtî dike.

(bb)