ROJEVA NAVNDA NÛÇEYAN A 23-08-2025

ROJEVA NAVNDA NÛÇEYAN A 23-08-2025
23 tebax, 2025   02:00

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û got, "Eger Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad nebe dê Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk bi ser nekeve. " BI WÊNE Û DÎMEN.

Rojnamevan Gulistan Tara ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo jinên rojnamevan bû zimanê têkoşînê. Şagirtên wê dibêjin “Dema mirov lê mêze dikir, kesayeteke têkoşer, jineke têkoşer didît, wê dixwest em bibin jinên pêşeng û em ê jî li gorî nêrînên wê bin.” BI WÊNE Û DÎMEN.

Tevî şert û mercên dijwar ên koçberiyê, koçberên Efrînê girêdana xwe bi xakê ve didomînin, derdora konên xwe yên li Navenda Bajarê Werzîşê yê Tebqayê kirine rûberên kesk. Lê kulîlk û sebze çandine. Ev şahidê vîna ku nayê şikandin û hezkirina bêsînor ji xwezayê re ye. BI WÊNE Û DÎMEN.

Hevserokê Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr.Xelîl Elî, diyar kir ku dê sala xwendinê ya 2025/2026 cihêreng be û dê beşên nû li zanîngehên herêmê bêne zêdekirin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Mala Jinan a bajarê Qamişlo panelekê bi navnîşana "Parastina Jin û Civakê" li Kafereyaya Nêrgîz a li bajarê Qamişloyê li dar dixe. (09.30). BI WÊNE Û DÎMEN.

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD’ê forumekê bi navnîşana "Peymana 10’ê Adarê û entegrasyon ber bi Sûriyeyeke pirrengî ya nenavnedî ve" li Navenda Çandê ya bajarê Hesekê li dar dixe. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

ANHA