Şehîdên Ragihandina Azad li Qamişloyê hatin bibîranîn

Şehîdên Ragihandina Azad Gulîstan Tara, Hêro Behadîn, Necmedîn Feysel Sînan û Argeş Serhed li Qamişloyê hatin bibîranîn.

22 tebax, 2025   22:09
قامشلو

Jin Prodeksyon û Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) ji bo bîranîna şehîdên Ragihandina Azad Gulîstan Tara, Hêro Behadîn, Necmedîn Feysel Sînan û Argeş Serhed merasîmek li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Rojnamevan û xebakarên ragihandinê tevî girseyek mezin a şêniyan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîdan hat temaşekirin.

Bavê şehîd Necmedîn Feysel di merasîmê de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Bîranîna şehîdan dilsoziya nûkirina sondê ye. Her wiha peyamek ku mîraseya wan dê meşeleyek ji bo nifşên bê re bimîne. Erka me ya exlaqî û welatparêziyê ye ku em bîranîna şehîdan û lehengiya wan zindî bikin û xwedî li destkeftiyên wan derkevin. Nameya şehîdan wê di wijdanê me û meşa edalet û rûmetê ya gelê me de bidome."

Bi navê JIN TV Lorîstan Derwîş jî axivî û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çapemeniya azad. Lorîstan diyar kir ku dewleta Tirk bi êriş û binpêkirinên xwe yên domdar ên li ser ragihandinnnê dixwaze sûcên ku li dijî sivîlan dike, veşêre.

Xwişka şehîd Gulîstan Tara jî axivî û anî ziman ku ew bi têkoşîna xwişka xwe serbilind e û got: "Bîranîan şehîdan dê di bîra civakê de bimîne, rêgezên wan ku ji nifşên bê re çavkaniya meşa azadî û rûmetê  ye jî wê berdewam bike.

Di merasîmê de axaftinên din hatin kirin. Di axaftinan de soza domandina xeta şehîdan hate dayîn.

Di dawiyê de Koma Mizgîn stranên şoreşgerî gotin.

Pêşengên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn 23’yê Tebaxa 2024’an li navçeya Seyîd Sadiq a bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi êrişa balafira bê mirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker hatin qetilkirin. Kekdarê Çapemeniya Azad Argeş Serhed (Karahan Lokman Ûygûn) jî sala 2019'an li herêma Metînayê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema ku bi erk û wezîfeya xwe radibû di êrişa artêşa Tirk a dagirker de bi giranî birîndar bû, ji bo dermankirinê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li vê derê dema ku dihate dermankirin di 10'ê Tebaxa 2025'an de şehîd bû. Xebatkarê JIN TV Necmedîn Feysel Sînan jî 23’ê Tebaxa 2023'yan de dema erka xwe ya ragihandinê bi cih dianî di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeya kenalê de şehîd bû, nûçegihana JIN TV Delîla Egîd jî bi giranî birîndar bûbû.

(bb)

ANHA