ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-08-2026
30 tebax, 2026   02:00

Şêniyên Tirbespiyê diyar kirin ku QSD`ê gelên herêmê ji qirkirinê ber bi azadiya ve bir û xwedî derkertina li destkeftiyên şehîdan ereke. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a bajarê Hesekê  ji sedî 57 projeya asfaltkirina rêyan pêk aniye.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Derdora 160 malbat li çar gundên girêdayî Girkê Legê bi salan e ji ber pirsgirêka dabînkirina ava vexwarinê di nava zehmetiyan de ne. Ji bo van gundan bîrên giştî (Irtîwazî) tune ne, şêniyên wê jî ava xwe ji sehrîc û bîrên malan ên ku ji vexwarinê re nabin digire. Saziya Avê jî diyar kir ku ew vê pirsgirêkê dişopînin, piştî dabînkirina budçe, wê ji bo danîna çareseriyekê bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Sala nû ya xwendinê zêde dibe, lê rewşa 25 hezar xwendekar û 4 hezar û 265 karmend û mamosteyên ji Efrîn û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hîna diyar nebûye. Her wiha siberoja materyalên zimanê Kurdî hîna zelal nebûye.

Endamên Saziya Jinên Suryanî bal kişand ser girîngiya domandina têkoşînê, xurtkirina rola jinan di civakê û biryardanê de û got: "Bi hevgirtinê wê armancên me pêk werin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Biryara QSD‘ê ya temamkirina mîsyona xwe destpêkirina qonaxeke nû li Sûriyeyê nîşan dide, lê nîqaşên der barê entegrasyon, garantiyên destûrî û mafên gel Kurd de hîna di rojevê de ne. Li aliyekî din jî rêkberiya Enqere û Tel Avîvê li Sûriyeyê bi dawî nebûye. Şîrovekar diyar dikin ku serketina qonaxa pêş girêdayî bê ka çiqasî Şamê karibe lihevkirinan pêk bîne, rê li ber rageşiyê bigire û nehêle Sûriyeyê bibe qada şerekî herêmî.

Li bajarê Hesekê mamoste û xwendekar li dijî biryara wezareta perwerdeyê ya hikumta veguhêz a der barê zimanê Kurdî de daxuyaniyekê li pêşiya avahiya Gerînendeya Perwerdeyê didin, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê şervana YPJ‘ê şehîd Tolhildan Serêkaniyê (Sozdar Mihemed) li Pakrewangeha Şehîd Rûstem Cûdî oxir dikin, saet 17.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajarê Amûdê jî bi heman armancê çalakiyek li qada Şehîd Cîhad li dar dikeve, 18.00 an. (BI WÊNE Û DÎMEN)