Gerîlayên azadiyê li Qamişloyê hatin bibîranîn

Şêniyên Qamişloyê gerîlayên HPG‘ê û YJA Starê yên li cih û demên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Gerîlayên azadiyê li Qamişloyê hatin bibîranîn
Gerîlayên azadiyê li Qamişloyê hatin bibîranîn
Gerîlayên azadiyê li Qamişloyê hatin bibîranîn
Gerîlayên azadiyê li Qamişloyê hatin bibîranîn
Gerîlayên azadiyê li Qamişloyê hatin bibîranîn
29 tebax, 2026   23:26
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê merasîma bîranîna 195 gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku di demên cuda de şehîd bûne, li dar xist.

Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan bi beşdariya bi sedan şêniyan, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî pêk hat.

Piştî deqeya rêzgiritnê sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîdan hat pêşandan. Piştre endamê Meclisa PYD‘ê Hisên Çiya axivî. Çiya di axaftina xwe de şehîd bi bîr anîn û got, serketina şoreşê û destkeftiyên hatine bidestxistin, berhema keda şehîdan e.

Hisên Çiya doza domandina rêyan şehîdan û parastina mîrateya wan da.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA