ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-04-2026
30 nîsan, 2026   02:00

Rêveberê Ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk Ferhan Dawûd diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd mifteya çareserkirina krîzên herêmê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Elektrîkê ya Çixalayê dest bi dayîna jimêrkerên elektrîkê kir. Bi vê gavê re dê elektrîk bigihêjê tevahiya şêniyan. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Sûriyeyê şîrketeke Tirkiyeyê dermanan depo dike û belav dike.Derman li Sûriyeyê biha bûne.

Li Hesekê karker dibêjin kar nîn e û ew nikarin debara jiyana xwe bikin. Yekitiya Karkeran a Hesekê jî dixebite da ku karkeran bi rêxistin bike û mafên wan bi dest wan ve bîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de xebetên entegrasyonê didomin. Rêveberiya Xweser ragihand ku ew amade ye bigihêjin formulên hevpar. Di mijara dadgeriyê de hîna lihevkirin çênebûye.

Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Kobanê Xunav Xelîl diyar ku ji bo ku YPJ bi fermî di nava artêşa Sûriyeyê de cih bigire û were qebûlkirin kampanyayek hatiye destpêkirin û piştgiriya wê kampanyayê dikin. Xunavê got "YPJ nasname, hêz û vîna hemû jinan e, em ê her tim ji bo hêza xwe di nava têkoşînê de bin." BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên gundewarên Dêrik û Tirbespiyê ji bo jîngehê biparêzin qedexe kir ku kesek ji bo seyranê were gundê wan. BI WÊNE Û DÎMEN

Gelê bajarê Qamişloyê bi daxwaza parastina zimanê Kurdî û fermîkirina wê di destûra Sûriyeyê de wekî zimanekî fermî, bi diruşma "ziman hebûna û nasnameya me ye" meşekê ji Çerxrêya Sonî ve li dar dixe, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Dêrik û Girkê Legê bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê ku dikeve 1ˊê Gulanê du meşên cuda li Qada Azadiyê û Qada Şehîd Xebat li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN