ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-11-2025
29 mijdar, 2025   02:00

Hişmendiya ku PKK’ê bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêşxistiye, kesayet û civaka Kurd gihandiye astek polîtîk û ji xwe bawer. Li çar parçeyên welat bi sazûmanî û partiyan hêza xwe nîşan didin. Bi WÊNE Û DÎMEN. 

Telal Mihemed destnîşan kir ku hevdîtina ku komsîyona parlementoya Tirkiyeyê bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk aniye, gelekî girîng e û wê bandorê li ser Sûriyeyê jî bike. Bi WÊNE Û DÎMEN.

Hevseroka Meclisa PYD`ê ya kantona Firatê û xwişka şehîd Şîlan Kobanê got şehîd Şîlan bûye mînaka têkoşeriya jinên azad û soza domandina xeta şehîdan da. Bi WÊNE Û DÎMEN.

Şêxê Qebîleya El Welda diyar kir ku eşîr li dijî hewldanên derxistina fitneyan mertalên ewlehî û yekitiyê de ne û destên wan ji aştî û hezkirinê re dirêjkirî ne. Bi WÊNE Û DÎMEN.

Koçberên ji Efrînê ku li Kobanê di nava şert û mercên zehmet de ne, dibêjin ew tevî hemû êş û astengiyan jî dixwazin dagirkerî ji Efrînê derkeve û bi hêza xwe ya parastinê re vegerin cih û warên xwe. Bi WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Malbata Şehîdan li Dirbêsiyê 88 şehîdên ku demên cuda şehîd bûne, bibîr tîne, li Navenda Çand û Hunerê.10.00. Bi WÊNE Û DÎMEN.

Akademiya Jinolojiyê der barê dîroka jinên Sûryanî de semînerkê li dar bixe, li Pirtûkxaneya Şilêr l bajar Qamişlo. 100.00. Bi WÊNE Û DÎMEN.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şehîd Şîlan û hevalên bi rêzeçalkiyan bi bîr tîne. Li bajarê Tiltmer li Naveda Meclisa Malbatên Şehîdan. 12.00. li Amûdê li Navenda Horî ya Çand û Hunerê. 12.00. Li Rimêlan li navenda Sandîkeya Karkeran. 10.00, li Komanê li Navenda PYD.11.00. li Dêrikê Navenda Dijle ya Çand û Hunerê 10.00. Bi WÊNE Û DÎMEN.

Şêniyên bajarê Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulla Ocalan meşekê li dar dixin. 11.00. Bi WÊNE Û DÎMEN.

Dîwana Wêneyê û Weşanên Şilêr, pirtûkxaneyekê li bajarê Dirbêsiyê vedikin. 11.00. Bi WÊNE Û DÎMEN.