Li Girkê Legê Komelgeha Avaşîn hat vekirin

Li bajarê Girkê Legê Komelgeha Avaşîn a werzîş, lîstik û xwarinê hat vekirin. Di merasîma vekirinê de şênî û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr beşdar bûn.

28 mijdar, 2025   22:13
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêşxistina xizmetguzariya giştî û vekirina derfetan ji bo zarok û malbatan de, Şaredariya Gel a bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê Komelgeha Avaşîn vekir. Komelgeh li ser asta bajêr projeya yekemîn e û ji lîstik, xwaringeh, melevangeh, yarîgeh û qada zarokan pêk tê.

Di destpêka merasîmê de hevseroka şaredariyê Gulnar El Husên got ku ev proje ji bo bajêr projeyeke girîng e û derfetên nû li ber şêniyan vedike û armanc jê pêşxistina xizmetguzariya giştî ya bajêr e.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Hezîn Ebû Zêd got ku vekirina Komelgeha Avaşîn gavek ber bi xurtkirina ruhê çalakbûna civakî û handana lidarxistina çalakiyên çandî û werzîşî ve ye.

Piştre şirîda vekirinê ji aliyê hevserokatiya şaredariyê û Meclisa Malbatê Şehîdan ve hat birîn.

(mh)

ANHA