ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28- 5 – 2025
28 gulan, 2025   02:00

Endamên Meclisa Taxa Şehîd Cengîz ên ku tev li xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bûne, diyar kir ku ew xelek rêbazeke fikrî ya zelal e ku rêya xebitîna wan nîşan dide û di analîzekirina pirsgirêkên civakî û siyasî yên gelên Rojhilata Navîn de dibin alîkar û çareseriyên cewherî pêşkêş dikin.

Rojnamevan Zinar Yildiz destnîşan kir ku PKK wek îfadeya berxwedana gel derketiye, beriya niha jî di pêvajoya guhertinê re derbas bûye. Di navbera pêvajoya heyî û gel de mesafeyek heye, bi temamî gel pê re nebûye yek û got “Divê pêvajo ji gel re bê vegotin.”

Tîma Noqvaniyê ya Destwerdana Lezgîn a kantona Reqayê hişyarî da xelkê ku ji golên avê dûr bikevin û li cihên nediyarkirî yan jî xeternak avjeniyê nekevin.

Gelo însiyatîfên jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dikarin veguherîneke rastîn û mayînde di jiyana jinan de çêkin? Ev arîşe Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Afrîkayê (NADA) eleqeder dike ku şerekî çarenûsî ya jinên herêmî ya li hemberî dîroka paşguhkirin, rewşa tevlihev a siyasî û ewlehiyê nîşan dide.

Partiya El Weten El Sûrî diyar kir ku rakirina cezayan li ser Sûriyeyê gaveke erênî ye, lê serxistina pêvajoya pêş girêdayî rola desthilata Şamê ye ku temsîleke giştî pêk bîne, yekrêziya nîştimanî ava bike û aştiya navxweyî biparêze.

Bazarên kantona Dêrazorê bi sebzeyên xwecih ku buha ji sedî 50 kêm kiriye, dagirtî bûye.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Baran Çiya li gundê Mûçik ê bajarê Qenayê merasîmeke xiyabî li dar xist, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya çaremîn de li bajarê Qamişlo yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Tundiya Ser Jinan der barê qetilkirina jinekê li taxa Xerbî ya Qamişloyê, di berbanga roja sêşemê de, li pêş navenda xwe daxuyaniyekê dide, (09:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina "Pêl" bi hevkarî û koordînaya Kombenda Civakî ya Efrînê û Komîteya Kar û Barên Koçberên Serêkaniyê re bi navê "Destpêkê veger" forumekê li Xwaringeha Zohrîban a Qamişloyê li dar dixe, (09:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Ebas Baran (Yûnis Elî) ê ku di Çileya 2025’an de li Zapê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, li pêş mala malbata wî ya li taxa Şerqî ya bajêr merasîmeke xiyabî li dar dixe, (09:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Dîdara Rewşenbîrên Kurd li Girkê Legê li ser rola rewşenbîran di piştgiriya yekrêziya Kurdî de li nivîsgeha Partiya Demokratî Kurdistanî ya li bajêr, panelek diyalogê organîze dike, (17:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Çilaxa 52 şehîdên mehên Mijdar, Kanûn, Çile, Sibat, Azad, Nîsan û Gulanê li avahiya Navenda Çand û Hunerê ya bajêr bi bîr tîne, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê bi hevkariya Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd, li bajarê Reqayê panelek diyalogê bi navê "Aştiya civakî stûna aramî û avakirina civakan e" li dar dixe, BI WÊNE Û DÎMEN.